Bi hinceta govend û propagandaya PKKyê 11 kes hatin girtin

28-07-2024
RÛDAW
Nîşan Govend PKK Stenbol Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ji 18 kesên ku bi hinceta govendgerandinê û “propagandaya PKKyê” kiriye hatibûn desteserkirin 11 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li 7 navçeyên parêzgeha Stenbolê roja Şemiyê bi hinceta ku di dawetan de govend gerandiye û “propagandaya PKKyê” kiriye 18 kes ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatibûn desteserkirin.

Herwiha yek ji wan jinek bû ku dîmenên straneke Kurdî ya di otomobîla xwe de li ser medyaya civakî belav kiribûn.

Piştî karên îfadewergirtinê li Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê îro 18 kes şandin dadgehê.

Dadgehê derbarê 11 kesan de biryara girtinê da û 7 kes jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.

Di van çend rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta stranên Kurdî û gerandina govendê gelek kes hatin desteserkirin û girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst