Antalya: Şewata daristanan bandoreke xirab li sektora geştiyariyê kir

28-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Kemer Şewata Daristanan Geştiyarî
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Şewata li daristanên navçeya Kemerê ya Antalyayê di roja xwe ya 5an de hate kontrolkirin lê li aliyekî bilindbûna bihayan li aliyê din şewata daristanan bûye sedem ku li navçeyê hejmara geştiyaran kêm bibe.

Li Kemerê beşeke zêde ya firoşkarên Kurd jî hene û bi gotina wan êdî ew nikarin kirêyên dukanên xwe qezenc bikin.

"Niha rewşa me gelekî nexweş e"

Firoşkar Emîn Çelîk li ser şewata daristanan got:

“Bandora şewatê gelek e. Niha rewşa me gelekî ne xweş e, eger derfet çêbibe ez ê vegerim lê zarokên min hene û ez dikarim vegerim jî lê Xwedê siheta sax bide, ez ê herim ji ber ku êdî rihetî nemaye.”

"Bandora şewatê gelekî zêde ye"

Firoşkar Şukrî Çelîk got, “Bandora şewatê gelekî zêde ye, heta tu bêjî bandoreke xirab kiriye, li otelan çend geştiyarên heyî jî reviyan û çûn. Xelk perîşan bûye û em nizanin em dê di rewşeke wiha de çi bikin.”

Li gorî amarên îdareyên geştiyariyê salane derdora 5 milyon geştiyar serdana Kemer û Antalyayê û Goynukê dikin lê îsal pêşbinî tê kirin ku heta dawiya salê hejmar derdora 3 milyon û 500 hezar geştiyarî be.

Li Kemerê xwediyên otelan jî ji rewşa heyî dilgiran in

Xwediyê Otelê Menderes Ozbey anî ziman, “Em jî li Antalya Kemerê ne û otela me heye. Em hemû bi van şewatan aciz dibin û em dilgiran in, geştiyar jî ditirsin ku şewat zêde bibe. Piraniya wan aciz dibin û ditirsin û dibêjin em ê biçin.”

Li Kemerê 574 otel hene û piraniya xelkê di sektora geştiyariyê de dixebite.

Hikûmeta Tirkiyeyê jî hewl dide ku heta dawiya demsala havînê bi giştî 60 milyon geştiyar serdana Tirkiyeyê bikin û dahata sektora geştiyariyê jî bibe 56 milyar dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst