Li Akbelenê çalakiya li dijî birîna daran berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Îkizkoyê yê navçeya Mîlasê ya Muglayê ji bo firehkirina kana komirê, birîna daran berdewam e lê gundiyên deverê û jîngehparêz jî li dijî birîna daran rawestiyane û ew li ber xwe didin.

Kesekî darek hemêz kir û bi çavên tijî rondik got, “Me soz dabû ku ev daristan ji zarokên me re wek mîrat bimînin.”

Li gundê Îkizkoyê yê navçeya Mîlasê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê tevî nerazîbûna gundî û çalakvanan ji bo firehkirina kana komirê birîna daran berdewam e.

"Em dê parastina xwe berdewam bikin"

Hêzên ewlehiyê bi ava şid û gaza rondikrêj êrişî welatiyan dikin  daku wan belav bikin. Ew jî daran hemêz dikin û li ber xwe didin.

Welatiyekî got, “Eger ji vê daristanê dareke tenê jî bimîne em dê parastina xwe berdewam bikin û em dê bibin îsyana darên ku hatine birîn.”

Di aloziyan de Hevberdevkê YSPyê Îbrahim Akin û Parlamentera YSPyê Perihan Koca yên ku bi armanca piştgiriyê çûbûne Mîlasê rastî êrişa hêzên ewlehiyê hatin.

Gundî dibêjin Daristana Akbelenê ji bo wan mijareke jiyanî ye û dê wê daristanê heta dawiyê biparêzin.

Welatiyekî ji herêmê li ser birîna daran hestên xwe anîn ziman û got:

“Daristana Akbelenê ji bo me gundiyên Îkizkoyê mijareke jiyanî ye. Em gundiyên Îkizkoyê bi biryar in heta dawiyê mafê jiyana jîngeheke pak ku destûrê daye me biparêzin.”

Li Daristana Akbelenê berxwedana gundî û çalakvanan berdewam e û kompanyaya kana komirê jî li ser birîna daran rijd e.

Di aloziyan de zêdetirî 10 kesan hatin desteserkirin û hejmarek kes ji bo dadgehê hatine birin.