Eren Erdem: Ji bo çareseriya pirsa Kurdî divê guhertinên yasayî bêne kirin

28-07-2020
RÛDAW
CHP ji bo çareskirina pirsa Kurdî raporekê amade dike
CHP ji bo çareskirina pirsa Kurdî raporekê amade dike
Nîşan CHP Eren Erdem Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo çareserkirina pirsa Kurdî raporeke nû amade dike û herwiha ji bo hevpeymaniyeke vekirî ya ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amedekariyan dike. Endamê Meclisa Partiyê ya CHPê Eren Erdem jî ragihand ku pirsa Kurdî tevahiya Tirkiyê eleqeder dike û eger hemû aliyên siyasî li ser pirsê bêne ba hev û gotûbêjan bikin dikarin bi hev re çareser bikin.

Li gorî nûçeyên ku ev çend roj in di medyaya Tirkiyeyê de belav dibin, CHP ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li ser raporeke nû dixebite.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî piştgiriya amadekirina raporeke pirsa Kurdî dike û hejmarek berpirs û rêveberên CHPê li ser dixebitin.

Li gor zanyariyan Kiliçardoglu ji çend kesan re gotiye, ew dê ji bo çareserkirina pirsa kurdî raporekê amade bikin û ew dê piştî kongreya xwe wê raporê ji raya giştî re eşkere bikin.

Herwiha CHP xwe amade dike vê carê ligel HDPê hevpeymaniyeke vekirî ava bike.

Endamê Meclisa Partiyê ya CHPê Eren Erdem beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî vê mijarê de axivî.

Eren Erdem amaje kir ku pirsa Kurdî ji bo Tirkiyê pirsgirêka herî mezin û demdirêj bûye û got ku ew pirsa Kurdî dikare di çarçoveya mafên demokratîk de were çareserkirin.

Derbarê pirsa Kurdî de Erdem dibêje: “Em weke CHP pirsa hevbeş a seranserê Tirkiyê dibînin. Ev pirs tenê dikarî bi beşdarkirina hemû aliyên siyasî were çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî jî divê masyek ku desthilatdariya wê zêde ye hebe.

Erdem diyar kir ku li gor rapora CHPê ya derbarê pirsa Kurdî de sedema derketina pirsa Kurdî ew e ku himê demokrasiyê li Komara Tirkiyê nehatiye danîn û bûye krîzik û ew pirs di çarçoveya destûreke demokratîk de dikare bê çaresekirin.

Endamê Meclisa Partiyê ya CHPê herwiha destnîşan kir ku divê pirsa Kurdî bi awayeke wêrane were gotûbêjkirin ev jî dibe erka siyasî.

Li ser pirsa “ Eger hat û ji bo çareserkirina pirsa Kurdî daxwaza guhertina destûrê were kirin, CHP amade ye ji bo çareseriya pirsa Kurdî piştgiriya guhertina destûrê bike?” Eren Erdem got: “Jixwe tişta em weke CHP behs dikin  ew e ku li jêr parlamentoya Tirkiyê maseyeke bihêzkirî hebe ku vê mijarê ligel aliyên siyasî gotûbêj bike û ji bo çareseriyê çi guhertinên yasayî pêwîst hebe bêne kirin û bê cîbicîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst