Eren Keskîn: Tirkiye pabendê rêkevtinên îmze kirine nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkeftina Stenbolê ev demeke zêdeye di rojeva Tirkiyê de ye, lê di çend rojên derbasbûyî de, gotûbêj derbarê vekişînê ji vê rêkeftinê mijar gerimtir kiriye,  bi taybetî piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, eger xelkê welatê wî daxwaz bikin , dê ji vê rêkeftinê derkevin.

Çalakvan û rêxistinên mafên mirovan û jinan tekeziyê dikin ku vekişîna Tirkiyê ya ji Rêkevtina Stenbolê dê ziyanên mezintir bigihîne jinan û xebata wan a çendîn salan pûç bike.

Rêkeftina Stenbolê di 11ê Adara 2011ê de ji aliyê 47 welatan ve li bajarê Stenbolê hat îmzekirin, lewma jî weke Rêkeftina Stenbolê hat naskirin.

Parêzer û çalakvana mafên mirovan Eren Keskîn dibêje: “Rêkeftina Stenbolê havawayê destûrekî ye ku ji aliyê jinan ve hatiye nîvisandin, piştî wan qurbaniyên zêde hatine dayîn, û dewleta Tirkiyê jî yekemîn welat bû ku îmze kir û desthilata AKPê jî şanazî pê dikir. Ev qonax di helûmerceke cuda de bû, ku AKP xwedî siyasetekê bû ber bi endambûna Yekîtiya Ewropayê ve diçû. Di wê demê de ku ev aliyên hatine guhertin û desthilat di dest wan de bû lihevkiribûn. Bi rêkeftina AKPê û dewleta kûr di hemû waran de dest bi sitandina destkeftên me kirin.”

Rêkeftina Stenbolê carnameyeke navdewletî ya mafên mirove bo rûbirûbûna tundûtîjiyê dijî jinan û tê de ew erk hatine destnîşankirin, ku divê hemû welat di wê çarçoveyê de wan li sitûbigirin. Bi nerîna Rêxistinên jinan û mafên mirov li Tirkiyê,  di dema ku kuştina jinan û tundûtîjî dijî jinan di zêdebûnê de ye, vekişîn ji vê rêkeftinê derencamên cuda jê derdikevin. 

Eren Keskîn herwiha got: “Dewleta Komara Tirkiyê mixabin pabendnebûye bi piraniya wan rêkeftinên ku heta îro me îmze li ser wan kiriye. Rêkeftina Stenbolê aliyên desthilatadar li nav dewletê di vî warî de nerehet kirine, ji ber Rêkeftina Stenbolê rêya gotûbêjê li berdewambûna gotina namûsê dike û dibêje tu nikarî bi hiceta namûsê rewayetiyê bide bikaranîna tundûtîjiyê. Di demekê de ku tu temaşeyî tawanên kuştina jinan bike, di cografyaya me de hemû ew tawan bi hiceta namûsê hatine kirin.”

Di dema çend rojên derbasbûyî de Polanda ku endama Yekîtiya Ewropayê ye ragihand, ku ew ji rêkeftinê vedikişe, vê yekê jî nerazîbûn û xwepêşandanên rêxistinên jinan li vî welatî li pey xwe anîn.

Helwêsta hikûmeta Polanda karvedana welatên Yekîtiya Ewropayê herwiha li pey xwe anî, û Berdevkê Komisyona Ewropa ragihand ku “Ev rêkeftin girîng e û armanc jê rêgirtinê li tundûtîjiyê dijî jinan. Divê em hewlên xwe berdewam bikin bo cîbicîkirina vê rêkeftinê.”

Rêkevtina Stenbolê 4 perensîpên serekî lixwe digire ew jî ev in: Rêgirtin li ber her corê tundûtîjiyê dijî jinan. Parastina qurbaniyên tundûtîjiyê û li sitûgirtina dosyeyên wan. Cezakirina wan kesên tundûtîjiyê dijî jinan dikin. Hevahengî û siyaseteke qayîm û bikêrhatî di rûbirûbûna tundûtîjiyê de dijî jinan.

Rêkeftina Stenbolê di 11ê Adara 2011ê de ji aliyê 47 welatan ve li bajarê Stenbolêa Tirkiyê hat îmzekirin ji ber vê yekê bi navê Rêkeftina Stenbolê hat naskirin. Di heman salê de ji aliyê konseya Ewropayê hat pesendkirin. Ev rêkeftin ku di 1ê Tebaxa 2014ê de ket warê cîbicîkirinê, di warê yasayî de dihêle ku welatên Ewropayê pabendiyê pê bikin.