Walîtiya Stenbolê hejmara koçberên Sûriyeyî yên hatine şandin eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya da zanîn ku 547 hezar penaberên Sûriyeyî li bajêr hene û got, ji ‎‎12ê Tîmehê ve hezar û 752 Sûriyeyî yên qeyda wan nîne ji Stenbolê bo bajarên din hatine şandin ku Wezareta Navxwe destnîşan kirine.

 

Ali Yerlikaya li Stenbolê ji rojnamevanan re axifî û ragihand ku li Stenbolê bi giştî 1 milyon û 77 hezar biyanî hene û ji vê hejmarê 547 hezar ji wan koçberên Sûriyeyî ne.

 

Yerlikaya da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a Stenbolê koça bêserûber e û got: “Li bajarê me 527 hezar bi mohleta îqame, 3 hezar parastina navdewletî, 547 hezar koçberên Sûriyeyî yên di jêr parastina demkî de bi giştî 1 milyon û 77 hezar biyanî hene.”


Waliyê Stenbolê diyar kir ku ji 12ê Temûzê ve 9 hezar û 309 koçberên neyasayî bo Navendên Paşdevegerandinê hatine şandin ku Wezareta Navxwe destnîşan kirine. Herwiha got, ji heman tarîxê ve hezar û 752 koçberên Sûriyeyî jî bo bajarên din hatine şandin ku wezaretê diyar kirine.


Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya tekez kir ku ti guhertin di sekn û nerîna wan a derbarê koçberên Sûriyeyî de çênebûye û got: “Divê heta 20 Tebaxê ew koçberên Sûriyeyî yên qeyda wan nîne biçin wan bajaran ku lê tomarkirî ne.”