Parêzgar û qaymeqam dê wek nûnerê Erdogan bêne qebûlkirin

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor rêziknameya nû, ji vir şûnda parêzgar dê li navendê û qaymeqam jî dê li navçeyên ku lê wezîfeyê dikin hem wekî berpirsê rêveberiya îdarî hem jî wekî nûnerê Serokomar werin qebûlkirin.

 

Rêziknameya derbarê Guherîna Rêziknameya Teşkîlat, Wezîfe û Xebatên Beşên Qaymeqamtî û Parêzgariyê de îro di Rojnameya Fermî da hat weşandin.


Bi vê guherînê xalek li rêziknameyê hat zêdekirin.


Li gor xala hatiye zêdekirin bi sernavê "Nûner" hat nivîsandin ku parêzgar li navendê hem nûnerê dewletê ye, hem nûnerê Serokomar e, û hem jî berpirsê rêvebiriya îdarî ye. 


Li gor xala nû qaymeqam jî li navçeyê hem nûnerê Serokomar e hem jî wê wekî berpirsê rêvebiriya îdarî were qebûlkirin.