Erdogan: Bila Sererkanî û MIT bi Serokomariyê ve bên girêdan

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew dixwaze Sererkaniya Artêşa Tirkiyê û Saziya Îstixbarata Niştîmaniya Tirkiyê (MIT) bi Serokomariyê ve bên girêdan.

 

Îro pênşemî Seromokarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka serokatiya pêşwazî li Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ismail Kahraman û endamên Dîwana Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir.

 

Erdogan di vê hevdîtinê de ragihand: “Em dixwazin Sererkanî û MIT bi Serokomariyê ve û Fermandeyiyên Hêzan (Hêza Bejayî, Hêza Esmanî û Hêza Deryayî) bi wezaretê ve bêne girêdan.”

 

Hat zanîn, ku Erdogan di vê hevdîtinê de herwiha gotiye: “Eger desthilat û dijbere li hev bikin, em ber bi tevgereke wisa ve biçin.”