Kiliçdaroglu: Pêwîst bû HDP jî li Beştepe hebûya

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê nevexwendina rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de got, wî ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye pêwîst e berpirsekî HDPê jî beşdarî civîna Beştepeyê bibe.

 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî bernameya televîzyona CNN Turkê bû û rojeva Tirkiyê nirxand.


Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku wî dixwest ku berpirsekî HDPê jî di civîna bi Erdogan re amade be û wiha domand:


“Min ji Recep Tayyip Erdogan re got ku me hemûyan bi hev re daxuyanî îmze kir. HDP jî li dijî hewldana derbeyê derketibû û di vê de ti guman jî tinebû.


Li gorî baweriya min serokê HDPê jî li wir bûna dê baştirbûna û min ji serokomar re got divê HDP jî li wir be."


Kiliçdaroglu herwiha anî ziman ji ber ku rewşeke awarte bû ew çûye Koşka Serokmariya Tirkiyê.