Giravên Stenbolê di bin metirsiyên cuda de ne

28-06-2024
Rawîn Stêrk
Giravên Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Giravên Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Giravên Stenbolê Şaredarî Seyareyên Mezin Bertek Metirsî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Giravên Stenbolê ku ji serdemên berê ve tim wekî cihên geşt û gerê tên zanîn û xwedî taybetiyên cûda ne, niha di bin metirsiyê cûrbecûr de mane.

Daristanên li kêleka behrê ji bo tesîsan tên kirêkirin, çêkirina avahiyên nû di rojevê de ye lê van rojan ji ber ku seyare zêde bûne û trafîk çêbûye girav bûne wekî bajarên ji rêzê.

Şaredariya Stenbolê jî hinek otobusên taybet ên ku bi karebayê dixebitin anîne giravan û xelk ji wan aciz e.

Daxwaza xelkê ew e ku girav bi temamî ji trafîkê bên şûştin û xelkê van giravan bi peyatî bigere û tenê ji bo pêdiviyan hinek seyareyên taybet hebin.

Ew demek e niştecihên giravan her roj çalakiyan li dar dixin da rê li ber trafîkê bê girtin û xelk bi rêya çalakiyan hewl dide biryarê bide betalkirin.

“Ez naxwazim ku ew seyareyên mezin li vir hebin”

Mary Sarangaya ku şêniyeke giravan e got ku ew seyareyên mezin naxwazin û wiha axivî:

“Ez bixwe ewe 60 sal in her havîn têm li vir dijîm û ez naxwazim ku ew seyareyên mezin li vir hebin.

Ji ber ku havînê qerebelixî zêde dibe û ew seyareyên mezin xetereyê çêdikin.

Ji hêla sihetê ve jî seyare ne baş in. Seyareyên servekirî baştir bûn.

Bi ya min fayton baştir bûn, fayton taybetiyeke giravan bûn.”

Heta beriya niha bi 4 salan veguhastin tenê bi hesp û faytonan diha kirin lê piştî têkoşîneke dirêj a sewalparêzan, şaredariyê fayton rakirin û li şûna wan seyareyên taybet xistin xizmetê ku bi elektrîkê dixebitin.

Niha jî corekî mezintir ê otobusan ku ew jî bi karebayê dixebitin anîne gravan û xelk vê yekê wekî rêlibervekirina trafîkê dinirxîne û dijberiya vê dike.

“Li giravan seyareyên bimotor qedexe ne”

Dolunay Baykuruya çalakvan bi bîr anî ku li giravan seyareyên bimotor qedexe ne û li pey çû:

“Girav herêmên meş û peyatiyê ne. Qanûn jî wiha dibêje. Li giravan seyareyên bimotor qedexe ne.

Çi dîzel çi bi kareba ferq nake. Dema du heb otobus rastî hev tên tu nikarî derbas bibî. Divê yek bi paş de here.

Yan divê tu xwe bi dîwêr ve bizeliqînî, ger ne nikarin derbas bibin ji ber ku bixwe ji rêyan mezintir in.”

Beşeke xelkê, bi taybetî yên navsere dibêjin baş e ku ew otobus hatine, eger ne çûn û hatin ji bo wan zehmet e lê beşa din jî dibêje seyareyên biçûk têrî wan dikin û hewce nake yên mezintir werin giravan.

“Divê geştyar bên vir û bi rehetî bigerin”

Turgut Yildizê ensaf bi van gotinan piştgirî da plana nû ya şaredariyê:

“Ewên ku dijber in ti derdê wan nîne keko. Yê wan se, pisîk û bixwe dijîn û hew.

Ez li vir 500 hezar lîre kirê didim. Divê geştyar bên vir û bi rehetî bigerin. Ew der cihê geştyariyê ye.

Ew dibên bila pisîk û kûçikên min aciz nebin, seyare jî nebin, geştyar jî neyên. Tiştekî wisa jî nîne.”

“Weleh divê zêde tunebin”

Kerem Varliyê ku şêniyekî giravan e amaje pê kir ku hinek seyareyên mezin lazim in lê ne zêde û got:

“Weleh divê zêde tunebin. Rast e hinek lazim in divê hebin ji ber ku pêdivî bi wan heye lê ew qas jî zêde ne.

Ji bo pêdiviyê divê hinek hebin û yên din bên rakirin. Divê duçerxe jî ew jî bên kêmkirin.”

4 giravên ku di nava Behra Marmarayê de cih digirin rojane derdora 60 hezar geştyarî dihewînin.

Tevî ku ji bo meş û gera li cihên balkêş û bedew in, niha li her aliyê wan û li hemû kuçe û kolanan vîzevîza seyareyan e û ew metirsî her ku diçe cudahiya giravan radike û wan dixe rengê bajarekî ji rêzê.

Çalakiyên ku dest pê kiriye berdewam dikin û ne diyar e dê şaredarî biryara xwe betal bike yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst