Şandeke CHPê dê serdana Merdan Yanardag bike

28-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Merdan Yanardag CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Partiya Gel a Komarî (CHP) dê serdana rojanemavan Merdan Yanardag bike ku ji ber çend gotinên xwe yên derbarê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocan de hatibû girtin.

Roja Yekşemê 25ê Hezîrana 2023an Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di bernameyeke televîzyonî de gotibû ku “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye.”

Piştî belavbûna van gotinan li ser medyaya civakî gelek kesan êrîşî Yanrdag kirin û li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber wan gotinan bi hinceta “Propagandeya rêxistina terorê û pesindana tawan û tawanbar” derbarê Rêveberê Weşanê yê Giştî yê televizyona TELE 1ê de lêpirsîn dabû destpêkirin û roja Dûşemê di dema weşanê de hatibû desteserkirin.

Roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an jî Merdan Yanardag piştî karûbarên îfadeyê bi biryara dadgehê  hatibû girtin.

Girtina Yanardag di nav opozîsyona Tirkiyê de bû sedema karvedanan.

Parlamenterê Erzînganê yê CHPê Mustafa Sarigul îro Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an ragihand ku wan bi biryara serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo Merdan Yanardag şandek pêk anîne.

Mustafa Sarigul got, “CHPê ji bo Yanardag şandek pêk anîne. Kiliçdaroglu heval erkdar kirine. Ez jî di nav wê şandê de me. Em dê serdana Merdan Yanardag bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştî girtina rojnamevan Merdan Yanardag  li ser hesaba ya medyaya civakî  nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, “Divê li vê şaşiya xwe vegerin û Merdan Yanardag bê azadkirin.”

Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di weşana televîzyonê de gotibû, “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Ma qey sîstemeke wiha dibe? Abdullah Ocalan kesekî jîr e ku gelekî pirtûkan dixwîne, analîzên rast dike û ji siyasetê fam dike.”

Piştî ku ev gotin li ser medya civakî hatin belavkirin Yanardag derbarê vê yekê de peyamek belav kir û got, ev dîmen bi zanebûn hatine birîn û montajkirin lê Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) Ebubekir Şahin li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ji ber Yanardag pesnê Ocalan daye derbarê televîzyonê de lêkolîn dane destpêkirin.

Rojnamevan Yanardag bersiva Şahin dabû û gotibû, “Ebubekir beg, kesî pesnê kesî nedaye. Berovajiya vê yekê bernameyek heye ku rexne li daxuyaniyên Parlamenterê AK Partiyê Galip Ensarioglu yê ku pesnê Apo dide û rêyeke nû ya proseya çareseriyê digire. Wek dema proseya hilbijartinê bi vîdeoyên montaj li hincetan negerîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst