Wezîrê Derve yê Tirkiyê şewitandina Quranê şermezar kir

28-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Şewitandina Quranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan çalakiya şewitandina Quranê ya li Swêdê şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û di peyama xwe de çalakiya şewitandina Quranê ya li Swêdê şermezar kir.

Hakan Fîdan dibêje, “Di roja yekem a cejna pîroz a Qurbanê de ez çalakiya rezîlane ya li Swêdê li dijî pirtûka me ya pîroz Qurana Kerîm lenet dikim. Rêdayîna van çalakiyên dijî Îslamê bi hincetên azadiya radebirînê, nayê qebûl kirin. Çav niqandina li bûyerên wiha şirîkbûna tawanê ye.”

Îro Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an di roja yekem a Cejna Qurbanê de li Swêdê di jêr parastina polîsên wî welatî de dû kesan Quran xistin bin lingê xwe û çend rûpelên wê şewitandin. Piştre jî careke din Quran xistin jêr lingên xwe û alaya Swêdê bilind kirin. Ev çalakî di nav berpirsên welatên Îslamî de bû sedema karvedanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst