Stenbol: 469 kesan di dema serjêkirina ajelan de xwe birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di dema serjêkirina ajelên qurbanê de 469 kesan xwe birîndar kirin û ji bo 5 kesan neştergerî hate kirin.

Li gor agahiyên ku Rêveberiya Tendirustiyê ya Stenbolê dane, piştî nimêja Cejna Qurbanê welatiyan dest bi serjêkirina ajelên ji bo Cejna Qurbanê amade kirin kiriye û di dema serjêkirina ajelan de li Stenbolê 469 kesan xwe birîndar kirine.

Piraniya kesên ku xwe birîndar kirine li nexweşxaneyên bajêr hatine dermankirin û ji bo malê hatine şandin lê ji wê hêjmarê birîna 5 kesan giran bûye û neştergerî ji wan re hatine kirin.

Her wiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek kesan îro roja cejnê dema hewl didan ajelên serjê bikin xwe birîndar kirine.