Krîza aborî bandoreke xirab li Cejna Qurbanê jî kir

28-06-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Krîza aborî bandoreke xirab li Cejna Qurbanê jî kir
Krîza aborî bandoreke xirab li Cejna Qurbanê jî kir
Nîşan Cejna Qurbanê Enqere Krîza Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa aboriyê li Tirkiyê beşeke zêde ya hemwelatiyan nikarin amadekariyeke zêde ji cejnê re bikin. Hinek hemwelatiyan ji bo qurbanê pez yan dewarek kirîne lê hinekan ji ber bihayên zêde, nikaribûn îsal qurbanan serjê bikin.

Bi awayekî giştî xelk di wê baweriyê de ne ku xercên cejnê li gorî salên borî zêdetir bûne.

Welatiyê xanenişîn Mahmut Alinterî got, “Me hefteyek beriya cejnê ji ajelek kirî, me nivêja cejnê kir û niha jî ez û kurê xwe em ê biçin ajelê xwe serjê bikin, dayik û babê min wefat kirine lê dost û hevalên min hene xesûya min heye ez dê serdana wan bikim, ez ê telefon bo birayê xwe bikim.”

Firoşkar Samet Aydinlar jî li ser cejnê got, “Ez ji Trabzonê hatime, min ji bo cejnê çi amadekarî nekirine, zarokê min nexweş e li nexweşxaneyê ye ez ji bo zarokê xwe hatime Enqerê û min çi amadekariyên cejnê nekirine. Malbatên me qurbaniyan serjê dikin lê min bi xwe qurbanî nekiriye.”

Welatiyê xanenişîn Hasan Kiliç anî ziman, “Îsal serjêkirina qurbanî nebû nesîbê min. Hêza min têrê nekir ku ez ajelekî bikirim, înşellah saleke din ez bikarim bikirim baş e.”

Mahmut Alinterî got, “Rewşa aborî baş e, ez naxwazim di rojeke wiha de tiştekî bêjim Xwedê me ji rojên xirabtir biparêze.”

Firoşkar Samet Aydinlar her wiha got, “Qeyraneke gerdûnî heye, lê ez jî di nava bazarê de me, dema ez berawirdekî li gel salên 2015an, heta 2007an dikim û em hêza pere û rewşa dolar bînin bîra xwe ez dibêjim dîsa jî rewş asayî ye, bihayê goşt niha zêde ye lê hûn dizanin sedem çi ye? Sedem ew e ku xelkê me veberhênanê nake.”

Welatiyê xanenişîn Hasan Kiliç anî ziman, “Sedema xirabbûna rewşa min ez bi xwe me, ez xanenişîn im û mehaneya min têra min dike lê min îsal hinek karên xelet kirin, mala dewleta me ava ez tiştekî nabêjim lê min bi xwe hinek şaşî di aboriya xwe de kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst