TIHV: Di çalakiyên Meha Şanaziyê de 205 kes hatine desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Navenda Belgekirinê ya Weqfa Mafên Mirov a Tirkiye (TIHV) di meha ku ji aliyê rêxistinên LGBTyiyan ve wek “Meha Şanaziyê” tê binavkirin de, li Tirkiyê di çalakiyan de çar jê zarok 205 kes hatine desteserkirin û du kes birîndar bûne. Ji ber daxuyaniyên ku berê dane sê konserên du hunermendan jî hatine hilweşandin.

Navenda Belgekirinê ya Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê binpêkirinên ku di çalakiyên “Meha Şanaziyê” de hatine kirin eşkere kirin. Binpêkirin di çalakiyên ji 2 heta 27ê Hezîrana 2023an de hatine kirin.

Li gor TİHVê, herî kêm li sê parêzgehan û dû navçeyan hemû çalakiyên di çavçoveya “Meha Şanaziyê” de hatine qedexekirin. Sê ji aliyê qeymeqam û yek ji aliyê rektor ve bi giştî 4 çalakî hatine qedexekirin.

Herî kêm di 9 çalakiyan de bi tûndûtîjiya fîzîkî midaxeleya çalakvanan hatiye kirin, çar jê zarok 205 kes hatine desteserkirin. Herî kêm du kes birîndar bûne. Li du bajaran çalakiyên ji aliyê baroyan ve hatine kirin rastî êrişa fobîyan hatine.

Di rapora TİHVê de tê gotin: "Parêzgarên Stenbol û Îzmîrê li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirine û dibêjin ew rê nadin meşên “saziya malbatê ku garantiya dewletê û xelkê me ye tehdît dikin û berovajî yasa û nirxên me yên civakî ne” bên kirin.

Li gor Navenda Belgekirinê, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê ji ber destêwerdana polîsan a di “Meşa Şanaziyê ya Transan” de rexne kiriye, Rêveberiya Ewlekariyê ya bajêr derbarê wî de gilî tomar kiriye. Di heman demê de li dû parêzgehan sê konserên dû hunermendan ji ber daxwiyaniyên ku dane hatine rawestandin.