Hewlêr (Rûdaw) - Doza kuştina malbata Kurd a Dedeogullari îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin. Di dozê de 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 hatin azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.
Îro li 4emîn Dadgeha Cizayê Giran a Konyayê, doza komkujiya Malbata Kurd Dedeogullari birêve diçe.
Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Tîrmeha 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin. Di dozê de destpêkê 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 jê hatin berdan û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut, banga xwedî lê derketina dozê kir. Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “28ê Hezîranê roja sêşemê saet 9.00an rûniştina komkujiya li hemberî malbata Dedeogullari li Konyayê tê dîtin. Em bi hev re banga tevkarî û hevgirtinê dikin ku ji êrişkar, hevkar û hevkarên wî hesab bipirsin.”
DURUŞMAYA CAĞRIMIZDIR.
— Av.Abdurrahman Karabulut (@avkrblt) June 26, 2022
28 Haziran salı günü saat 9.00'da Konya'da Dedeoğulları ailesine yapılan katliamın duruşması yapılacaktır.
Hep birlikte tetikçi, suç ortakları ve sorumlulardan hesap sormak için katkı ve dayanışmaya çağırıyoruz. pic.twitter.com/AJkeRV8hrs
Bûyera bikom kuştina malbata Kurd
Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.
Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.
Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, 4ê Tebaxê hatibû girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.
Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.
Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”
Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse