Bahçelî ji bo operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê bangî Enqere û Şamê kir

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Sûriye Operasyona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku Enqere û Şam li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke hevbeş bikin.

Serokê Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivî.

Rêveberiya Xweser plan dike ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan li dar bixe.

Li ser vê yekê Bahçelî xwest ku Tirkiye û Sûriye li hev bikin û li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyon pêk bînin.

Serokê MHPyê îdia kir ku senarîstê hilbijartinên herêmî yên ku dê di 11ê Hezîranê de li Rojavayê Kurdistanê bên lidarxistin Amerîka ye.

Bahçelî hevkariya bi rêveberiya Sûriyeyê re kir û wiha got:

“Senarîstê qaşo hilbijartinên ku tê gotin dê di 11ê Hezîranê de bên kirin Amerîka ye û fîguranên wê terorîst in.

Divê Komara Tirkiyeyê bi rêveberiya Sûriyeyê re li hev bikin û dest bidin hev ango di navbera Enqere û Şamê de pira hevkariyê ava bikin û ti carî rê nedin ku hewldana rêxistina terorê ya ji bo desteserkirina herêmên dagirkirî û îstilakirî bi rêyên demokratîk.

Divê rêxistina terorê ya cudahîxwaz li çavkaniya xwe û li herêmên avzêmî yên ku lê çêdibin, bi operasyonên leşkerî yên ku ez pêşniyar dikim Tirkiye û Sûriye bi hevahengî pêk bînin, bê tunekirin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst