Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê îro dicive

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Lijneya Ewlehiya Neteweyî Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê sazkirin.

Di rojeva civînê de rûbirûbûna PKK û hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê heye.

Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyê îro demjimêr 16:00an li Enqerê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dest pê dike.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di rojeva civînê de şerê li Başûrê Kurdistanê yê li dijî PKKê û hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê hene.

Herwiha şerê li Xezeyê jî di rojeva civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê de ye.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 11ê Hezîrana 2024an hilbijartinên şaredariyên herêmî tên kirin.

Nivîskarê nêzîkî desthilata Tirkiyeyê Abdulkadîr Selvî 27ê Gulanê di nivîsa xwe de behsa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê kir

Selvî got, “Eger ev hilbijartin bê kirin dê rê li ber fermîbûna statuya wê derê bê vekirin û divê desthilat û mixalefeta Tirkiyeyê bi yekdengî li dijî hilbijartinan têbikoşin û asteng bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst