Çavuşoglu: Dibê nêrînên cuda hebin lê divê em xwedî li demokrasiyê derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê li navçeya Alanya ya Antalyayê dengê xwe da got “Dibê nêrînên cuda hebin lê divê em xwedî li demokrasiyê derkevin.”
Çavuşoglu û hevjîna wî Hulya Çavuşoglu li Dibistana Seretayî ya Ayşen Cengîz Urfalioglu ya navçeya dengên xwe dan.
Piştî ku Çavuşoglu dengê xwe da, daxuyaniyek da rojnamevana û diyar kir ku bi îrade û biryara gel hilbijartin maye gera duyemîn.
Çavuşoglu anî ziman ku wan ji bo gera duyemîn baş amade kirine û got “Di hilbijartinên ku bi têgihiştinek demokratîk derbas bûn de, me ders da hemû cîhanê. Yanî miletê tirk evîndarê demokrasiyê ye û ev yek di çarçoveya mîhrîcana demokrasiyê de pêk hat. Hêvîdarim ev gera duyemîn jî di çarçoveya mîhrîcanna demokrasiyê de pêk were.”
Çavuşoglu spasiya welatiyên li dervayê welat dijîn jî kir û dibêje “Bi rastî li wan welatan mîhrîcan demokrasiyê pêk hat. Bi coş, bi muzîkê çûn û dengê xwe dan. Em miletekî wiha ne. Belê, dibe ku em li ser aliyên cuda bin, nêrînên me cuda bin, lê di dawiyê de divê em hemû li demokrasiyê xwedî derkevin. Hêvîdarim hilbijartinên îro ji bo welat û miletê me jî bi xêr be.