Piştî hilbijartinê ji Demirtaş yekemîn daxuyanî

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî hilbijartinan got, “Em têk neçûn. Bila kes bê hêvî nebe ji ber ku em têk naçin. Teslîmbûn nîne. Têkoşînê bidomînin, bidomînin, bidomînin.”

Tirkiye îro ji bo hilbijartina serokomariyê careke din çû ser sindoqan.

Li gor encamên destpêkê Recep Tayyip Erdogan berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur ji sedî 52,08ê dengan û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47,92ê dengan wergirtine.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener jî di daxuyaniyekê de ragihand, di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de Recep Tayyip Erdogan wek serokkomarê nû hatiye hilbijartin.

Siyasetvanê Kurd û Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî eşkerekirina encaman li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Demirtaş di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku ew di hilbijartinan de têk neçûne û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Demirtaş dibêje:

“Ez spasiya hemû kesên ku ji bo dengdanê çûne ser sindoqan, yên ku xwestine lê nekarîne biçin, yên ji bo parastina dengan li berxwe dane, yên ku ked dane dikim.

Li hemberî hêzeke mezin a operasyonê ya ku dewlet girtiye, gihandina vê rêjeya dengan jî bi kampanyayeke hilbijartinê ya bi prensîb û exlaqî weke mûcîzeyekê tê dîtin.

Bi rastî ev ne hilbijartin, lê operasyoneke mezin hat kirin. Pêvajoya hilbijartinê bi newekhevî, guvaş, derew, bêbextî û tohmetan (reşkirinan) derbas bû.

Ligel vê yekê jî, bê guman raya giştî guhertin pejirand, lê tevahiya pêvajoyê hate manîpulekirin.

Em têk neçûn. Bila kes bêhêvî nebe ji ber ku em têk neçûne.

Teslîmbûn qet nîne.

Têkoşînê bidomînin, bidomînin, bidomînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst