Ferhat Encû: Hin xalên karnameya HUDA PARê bi dilê Kurdan e

28-05-2023
RÛDAW
Hevserokê Şaxê Stenbolê yê HDPê Ferhat Encû beşdarî bultena Rûdawê TVê bû û encamên hilbijartinê nirxand.
Hevserokê Şaxê Stenbolê yê HDPê Ferhat Encû beşdarî bultena Rûdawê TVê bû û encamên hilbijartinê nirxand.
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Ferhat Encu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaxê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encû ragihand “Dîroka HUDA PARê di hiş û mejiyê Kurdan de pir zelal e. Çalakiyên wan hîna jî di nav civaka Kurd de pir zindî ne. Di karnaneya wan a hilbijartinê de hin xal hene bi dilê Kurdan e, lê wan xalan weke amûr bikar tînin.”

Hevserokê Şaxê Stenbolê yê HDPê Ferhat Encû beşdarî bultena Rûdawê TVê bû û encamên hilbijartinê nirxand.

Ferhat Encû got: “Di 14ê Gulanê de hêviyek mezintir hebû. Mixabin, ew hêvî têk çû. Piştî encamên hilbijartinê ev rewş bi xwe re şikestina motîvasyonê anî. 2 hefte em li taxan mal bi mal geriyan. Me mîtîng li dar nexist, me xebatên hilbijartinê bi civînên malan, hevdîtinên rû bi rû, serdanên dezgehan û esnafan kir.”

Encu diyar ku xelk di 14ê Gulanê de bi coşeke mezin diçin ser sindoqan û rêzên dengdayînê çêdibin û got: “Lê me îro ew qelebalixî nedît. Tê gotin ku di gera duyemîn de rêjeya beşdarbûnê kêm bûye. Li gorî hevalên me ji 4 kesan 3 kes çûne dengê xwe bidin. Ev jî heye: Di 14ê Gulanê de ji ber dirêjiya pusulayê û ji ber ku du hilbijartinên cuda dihatin kirin, proseya dengdanê 5 xulekan dirêj kir. Lê niha welatî di nava xulekekê de dikarin dengê xwe bidin. Ji ber vê sedemê dibe ku beşdarbûn kêm xuya bike. Ji ber ku pêvajoya dengdanê demeke kin digire li ser sindoqan rêz çênabin.”

“HUDA PAR ne bi dengên xwe, bi dengên AKPê parlementer derxist”

Li ser pirsa “HUDA PAR ku ji lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinan bû, dê bi 4 parlamenteran li parlamentouê bê temsîlkirin. Ev nayê wê wateyê ku HDP di nav kurdan de lawaz bibe?” Encû wiha got: “Na, em îhtîmaleke wiha nabînin. Ji ber ku dîroka HUDA PARê di hiş û mejiyê Kurdan de pir zelal e. Çalakiyên wan hîna jî di nav civaka kurd de pir zindî ne. Di karnemaya wan a hilbijartinê de hin xalên bi keyfa Kurdan hebû, lê ew wan wekî amûrek bikar tînin. Lê niha bi kesên dijminatiya Kurdan dikin re şirîkatiyê dikin. Bi MHPê re hevkariyê dikin. Tê zanîn ku armanca wan çi ye. Nikarin bibin xwedî armancek din.”

Bi gotina Encû HUDA PARê li bajarên Kurdan rêjeya dengên xwe zêde nekirine û got: “HUDA PARê bi dengên AK Partiyê 4 parlamneter şandin parlamentoyê. Ew wekîl bi dengên xwe neçûn wir. Li Êlih û Mêrsînê jî wisa ye. Li cihên din jî wisa ye. Li Stenbolê jî wisa ye. Ji parêzgehên Kurdan tenê wekîlên Êlihê, bi dengên AKPê hatin hilbijartin. Em hêvî dikin ku HUDA PAR berevajiyê gotinên me û rexneyên me yên îro li parlamentoyê bike û me bixapîne.”

Encû got ku  HUDA PARê di civîneke girtî de li ser sondxwarina parlamenteriyê gotûbêj kirine û wiha pê de çû: “Lê piştî ku ev yek ji raya giştî re hat eşkerekirin gotin, 'Em bi sondê ve girêdayî ne, ji bo pêvajoyê çi pêwîst bike em amade ne'. Ji ber vê yekê eger pirsgirêkek we bi vê yekê re hebe, divê hûn helwesta xwe nîşan bidin. Mîna Leyla Zana, weke Hatîp Dîcle. Ne rast e ku mirov li cihekî bêje ne rast e û roja din piştî bertekan paşde gav bavêje.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst