Abdurahman Kurt: Kurdên li Tirkiyê bûne Tirkiyeyî lê nebûne Tirk
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand ku niyeta Kurdan tine ye ji Tirkiyê cuda bibin û got: “Kurdên li Tirkiyê bûne Tirkiyeyî lê nebûne Tirk. Divê dewlet Tirkbûnê li ser kurdan ferz neke.”
Ji ber ku berbijêrên di hilbijartinên Serokomariyê yên 14ê Gulanê de nekarîn piraniya dengên pêwist bi dest bixin, Tirkiye ji bo diyarkirina serokomarê nû dîsa çû ser sindoqan.
Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milletê Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinê de hevrikiyê dikin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt bû mêvanê Rûdawê û hilbijartinên Tirkiyê nirxand.
Abdurrahman Kurt îdia kir ku di gera yekemîn de Erdogan bi ser ketibû lê ji ber ku dengên hatibûn betalkirin, hilbijartina serokomariyê bo gera duyemîn ma û ew pêşbînî dike ku Erdogan vê carê ji sedî 55-60 dengan webigire.
Kurt anî ziman ku hilbijartinên Tirkiyeyê gelekî bi ewle ne û wiha pê de çû: “Serokomarê me got ku ew dixwazin di gera yekem de biqede, lê ji ber ku 0,48 pûan kêm bûn ne qeda, demokrasî vê hewce dibîne. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek dê hêza demokrasiya Tirkiyê zêdetir îspat bike.”
Kurt got ku CHPê bi HDPê re, bi Partiya Zaferê cuda û bi aliyên din re cuda protokol îmze kiriye û wiha pê de çû: “Di encama vê bazariyê de dê kesek bê xapandin. Soza ji bo HDPê daye cuda ye ya ji bo Umit Ozdag daye cuda ye û ya ÎYÎ Partiyê dayê cuda ye. Dibe ku dozên cuda dabin Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê jî. Ev hemû bi hev re bi danûstandinan hatin. Lê AK Partî, Erdogan bazarî nekir. Wan ragihandin ku ew dê bêyî bazariyê piştgiriyê bidin Tayyîp Erdogan. Wan helwesta xwe diyar kirin.”
“Mixabin me li ser HDPê xeletiyên mezin kirin”
Kurt amaje bi wê yekê kir ku Erdogan guhertinên gelek mezin li Tirkiyê kirine û got: “Gotinek heye ku jêhatî bi pesindanê ye. Mixabin me di vî warî de li ser HDP’ê xeletiyên mezin kirin. Me derfetên mezin ji dest dan. Bi vî awayî bifikirin; Dema ku tiştek tune bû, ji CHPê re ku xwediyê xapandineke mezin, bela û zilmeke mezin a dîrokî bû, jê re digotin 'em ê wî bikin serok', lê di wexta ku me qala her tiştî dikir, ji bo Serokomarê me Tayyîp Erdogan gotin 'em te nekin serok' bikar anîn. Ne tenê di Pêvajoya Çareseriyê de, di 12ê Tebaxa 2005an de jî Serokê me axaftineke weke manîfestoyî kir. Ji sala 1999an û vir ve tu pevçûn derneketibûn, ragihandin ku ew dê careke din şer bidin destpêkirin û ev jî bû bersiva gavên demokratîkbûnê yên di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de hatin avêtin.
Niha ev bûyer ji çareseriya pirsgirêka Kurd wêdetir kirine hegemonyaya herêmê ya PKKê. Yek roj du roje din jî daxuyaniya wan hebû û digotin ku gelek dewletan banga agirbestê kirine û guh didin wan. Li vir dema ku wan dewletan dixwestin di Pêvajoya Çareseriyê de aştiyê pêk bînin, weke ku Duran Kalkan got, şer li ser wan ferz kirin.”
“Encama herî baş a pêvajoya çareseriyê...”
Kurt got: “Ji ber vê yekê gelê Kurd şansê xwe tine ye ku bi HDPê bigihîje îradeya xwe. Me ev dît. Yek ji girîngtirîn encamên Pêvajoya Çareseriyê ew e ku rewş gihîşt wê astkê bi rêya PKK û HDPê aşitî û heta destpêkirina şer jî ji destê wan nayê. Li vir pêwîste Kurd li çarenûsa xwe xwedî derkevin. Bi rastî jî bi kêrî wan tê, ji ber ku şiyana birêvebirina vê pêvajoyê ji dest dane û ev jî zirarê dide wan. Pêvajoya ku li ser wan hatiye ferzkirin, demokrasiya Tirkiyeyê jehrî kiriye, ji ber ku bûye sedem ku gelek kes ketine zindanan.
“Divê dewlet Tirkbûnê li ser Kurdan ferz neke”
Kurt tekez kir ku niyeta Kurdên li Tirkiyê tune ye ku cuda bibin û got: “Ji ber ku di wateya sosyolojîk de ewqas bi hev ve girêdayî ne ku îro Stenbol bûye mezintirîn bajarê kurda. Kurd îro dest ji Bodrumê bernadin. Kurdên radîkal ên li Ewropayê jî dema tên Tirkiyê li Antalya û Bodrumê dema xwe derbas dikin. Kurd li Tirkiyê bûne Tirkiyeyî, lê bûne Tirk. Ev xala herî girîng e ku dewlet fêm bike. Divê dewlet Tirkkirinê li ser Kurdan ferz neke. Di warê sosyolojîk de îro ji sedî 60 û belkî zêdetir kurdên Tirkiyê li rojavayê Tirkiyê dijîn û entegre bûne û ev yek ne ya îro ye. Ev dîrokî ye. Kurd di erdnîgariya Osmanî de hêmana damezrîner in. Mistefa Kemal ev yek qebûl kir, lê di sala 1924an de hemû bername guhert û ew li bername li dijî Kurd û Misilmanan bû. Li Tirkiyê hêj ev bi zelalî nayê behskirin.”
Kurt diyar kir ku beriya hikûmeta AK Partiyê, Kurdan têkoşîna hebûnê didan, ev yek bi AK Partiyê re hat çareserkirin û got: “Lê dema ku demokrasî ji aliyê rêxistineke hegemonîk ve hat jehrkirin, tirs li Tirkiyê kûrtir bû.”
“Di rojeva me de mijara sonda parlamneteriyê nîne”
Bi gotina Kurt, AK Partiyê pêngavên gelek mezin avêtine û ew dibêje: “Gavên ku AK Partiyê îro avêtin duh wek xewnekê xuya kir. Ji bo pêşxistina Tirkiyê, divê fikarên Tirkan bên çareserkirin.”
Kurt diyar kir ku HUDA PAR ne li dijî sonda parlamenteriyê ye û got: “Niha di rojeva me de sond nîne. Di vê qonaxê de mijarên wiha ji bo me sivik dimînin. Ji ber ku ji bo gihandina van, beriya her tiştî pêwîstiya me bi zemîneke wisa heye ku her kes pêdiviya demokratîkbûnê hîs bike.”
Li ser pirsa, "Tê gotin ku êdî Kurd di nav AK Partiyê de zêde ne çalak in, gelo ev rast e?" Abdurrahman Kurt wiha bersiv da: “Na, ne wisa ye, lê ji ber fikarên PKK, HDP û FETO û di atmosfera neteweperestiya tund a li Tirkiyê de zêde bûye, bandora me ya li ser pêvajoyên demokratîk nikare derkeve pêş.”
Kurt tekez kir ku têkiliyên wî bi Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) partiyên din ên Kurdî re baş in û got: “Ez gelekî girîngiyê didim wê yekê ku Kurd di nava xwe de werin cem hev. Werin em Kurdan bi maf û daxwazên xwe ragihînin û ji van rastiyan re stratejiyeke maqûl derxînin. Heger hebûna HUDA PARê vê motîvasyonê di nav hevalên me yên din da jî xurt bike, ez di wê baweriyê de me ku êdî li herêmê hebûna AK Partya Kurdî ya herêmî mecbûrî ye.”