Diyaneta Tirkiyê: Bila jin û mêr bi hev re govendê negerînin

28-05-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kitêbekê de bi navê “Jiyana Me ya Malbatê” ku ji aliyê Serokatiya Karûbarê Diyanetê ya Tirkiyê ve li ser internetê hatiye belavkirin, daxwaz tê kirin ku jin û mêr bi hev re govendê girênedin û herwiha bi hevre dansê nekin.

Di kitêbê de ku ji aliyê Endamê Saziya Bilind a Karûbarê Olî Prof. Dr. Ahmet Yaman ve hatiye amadekirin û li ser internetê hatiye belavkirin, derbarê şahiyan de hişyarî tê dayîn.

Di kitêba bi navê “Jiyana Me ya Malbatê” de tê îdîakirin ku dans û gerandina govendê ya jin û mêran bi hev re li dijî Îslamê ye.

Li gor medya Tirkiyê, di kitêbe de hatiye nivîsîn ku: “Divê mirov xwe ji vexwarinên bi alkol, dans û gerandina govendê ya jin û mêran bi hev re, şahiyên din ên wiha, lixwekirina cil û bergên ne li gor Îslamê, pêşandana kultura derveyî Îslamê, mesrefa zêde û bikaranîna çekan ku ewlehiya can û mal dixin metirsiyê û di nav qedexeyên Îslamê de cîh digrin, xwe dûr bixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst