Partiya Saadetê: Kêşeyên heyî dê bi sîstemeke dadmendî werin çareserkirin

Enqere (Rûdaw) - Ji bo helbijartinên parlemento û serokomariya Tirkiyê tenê 4 heftê mane û  partiyên siyasî yên Tirkiyê ji bo hilbijartinan karên xwe berfirehtir kirine. Piştî AK Partî, HDP, MHP û CHPê Partiya Saadetê jî karnameya xwe ji raya giştî re ragihand.

 

Serokê Giştî Seadetê Temel Karamollaoglu di karnemeyê de dibêje: “Di navbera kurdan û tirkan de çi pirsigirek nîne û kêşeyên heyî jî dê bi sîstmeke dadmendî werin çareserkirin.”  


Partiyeke ku di siayseta Tirkiyê de xudan azmûn û tecrubeyeke dêrîn Partiya Saadetê weke partiyên din bi îdayên mezin ji bo helbijartinên parlementoya Tirkiyê û serokomariyê kar dike. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaolgu weke yek ji namzetên serokomariya Tirkiyê  di bernameyekê de karnameya xwe jî ji raya giştî re aşkere kir û di beşeke karnemeya xwe de jî behsa pirsigirekên kurdan jî kir.


Temel Karamollaoglu di karnameya xwe de wiha behsa pirsgirêka Kurdî kir: “Kurd û tirk endamên heman olê, zarokên heman dîrokê, rengên heman çandê  û hemwelatiyên heman welatî ne. Tirk û kurd weke endamên yek laşî ne. Ya rastî tirkan bi kurdan re, kurdan jî bi tirkan re çi kêşe nîne.”


Di nava Partiya Saadetê de beşek zêde ya siyasetmedarên kurd jî ji Bakurê Kurdistanê weke namzet hatine destnîşankirin ki kandîdên kurd ên Partiya Saadetê herî zêde kesên weke Altan Tan, Mehmet Yildiz, Faruk Unsal û Seyîd Haşim Haşimî bala xelkê dikişînin.


Namzetê Partiya Saadetê yêi Amedê Haşim Haşimî jî ji Rûdawê re wiha axifî: “Çareseriya pirsgireka Kurd 1,2,3,4,5 çênabe . Eew karwan di rê de tê meşandin. Me got belkî em bi prensîp, bi zanîn û bi aqlê xwe, ne tenê ji bo navxweyiya Tirkiyê, ji bo Başût jî ji bo hemû derê, ji bo Rojhilata Navîn  ji bo xatirê aştiyê em tiştekî nimûne bikin.”


Partiya Saadetê di demekê de ku bi AK Partî û HDPê re li ser projeyên çareseriya pirsên kurdan rêkeberiyê dike di karnemeya xwe de kêşeyên kurdan  weke kêşeyên  dad,emdî bi nav dike. Li aliyê din AK Partiyê di karnameya xwe de derbarê kurdan de  ji bilî behsê statuya fermî ji bo cemxaneyan behsa  çi xalên girîng nake. HDP jî berdewam ji aliyên Kurdistanî ve bi vê yekê tê tawanbarkirin ku ew jî ji kurdan dûr dikeve û di beyanameya xwe de jî cihekî baş nedaye daxwazên kurdan.