Suleyman Soylu: Hêzên Rojavayî hewl didin darbeyeke siyasî pêk bînin

28-04-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Suleyman Soylu Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nav hevrikî û kampanyayên hilbijartinan ên Tirkiyê de rojeva axaftinan û hev du tometbar kirinê derbasî qonaxeke balkêş buye. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje, hêzên Rojavayî hewl didin di hilbijartinê da darbeyeke siyasî pêk bînin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu 28ê Nîsana 2023an serdana Weqfa Çand û Zanistê ya Stenbolê kir û derbarê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê de axivî.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdîa kir ku hilbijartinên 14ê Gulanê hewla darbeya siyasî ya hêzên rojavayî ye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, “15ê Temûzê hewla wan ya pratîkî ya darbeyê bû. 14ê Gulanê jî hewla wan ya siyasî ya darbeyê ye. Ev hewqasî vekirî û zelal e. 14ê Gulana 2023an hewla darbeya siyasî ya hêzên rojavayî ye. Amadekariyên li ser têkbirina Tirkiyê hatine kirin dê 14ê Gulanê bînin  bikin yek.  Vê yekê ez nabêjim. Vê rastiyê wî kesê ku niha serokê Amerikayê ye berî çend salan gotibû. Dema ew rêbazên ku berê ceribandin  encam nedan gotin ew dikarin bi rêbazekî wiha Tirkiyê bidest bixin.”

Piştî wan gotinên Soylu Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Seyit Torun daxuyaniyek da û got ev heqarete li îradeya gel û dixwazin dest dînin ser îradeya gel.

Cîgirê Serokê CHPê Seyit Torun anî ziman, “Ev  hişmendiyeke ku ji îradeya gel, ji demokrasiyê bawer nake û sîstemeke zordariyê ye. Gefê li îradeya gel dikin. Dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de gelê me biçe ser sindoqan û îradeya xwe nîşan bidin. Ji ber dizanin dê wenda bikin, ji tirsa re wê roja hilbijartinan wek darbeya siyasî dinirxînin.”

Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag jî nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaz kir ku Soylu yan dest ji kar berde an jî ji kar bê dûrxistin.

Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag got, “Wezîrekî Navxwe ku bi îradeya gel têkçûna Hevpeymaniya Cumhur wek darbeyeke siyasî dinirxîne, diyar e dema sindoq bên vekirin û Hevpeymaniya Cumhur bin bikeve dê ferman bide cendermeyan û hemû kesî desteser bike. Banga min  bo hemû berbijêr û siyasetmedaran e, divê Soylu ji kar bê dûrxistin.”

Bi ragihandina HDPê ya piştgiriya berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu zêdetir guşar ketiye ser Hevpeymaniya Cumhur.

16 roj mane ji hilbijartinên 14ê Gulana îsal û her diçe rikeberî jî dijwartir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst