Hilbijartinan xelkê Tirkiyê bi ser du aliyan de dabeş kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana derve ji bo hilbijartinên Tirkiyê destpê kiriye lê dengderên li derveyî Tirkiyê dijîn, bûne du beş. Beşek ji wan li gel wê yekê ne ku divê ev desthilata niha bê guhertin, beşa din jî dibêje, her çend kêmasiyên vê hikûmetê hebin jî, divê berdewam bike.

Bangeşeya partiyên siyasî ji bo hilbijartina serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê ku dê 14ê Gulanê bê kirin berdewam e.

Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, roja Pêncşemê ku dengdanê li derveyî Tirkiyê destpê kir, li bajarê Tekirdagê yê li rojavayê Tirkiyê bû.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Rewşa aboriyê karesat e, em wê yekê baş dizanin. Herwiha em dizanin ku dê mîrateke aborî ya çawa werbigrin. Lê divê Tirkiye ji vê cengê rizgar bibe. Tirkiye neçar e ji nû ve rabe ser xwe û guherînekê bike.”

Cîgirê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, heman rojê li Stenbolê bû. Daxwaz ji xelkê bajêr kir, deng bidin serokkomar Erdogan û di parlamentoyê de AK Partiyê bikin partiya yekem.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Numan Kurtulmuş jî got, “Hûn amade ne serokkomarê me ji nû ve wek serokkomar hilbijêrin? Hûn amade ne ji bo ku AK Partî bi ferqeke zêde bibe partiya yekem sindoqan biteqînin?”

Li navxwe û derveyî Tirkiyê, piraniya dengdêran bi ser du aliyan de dabeş bûne. Aliyek daxwaza guhertina desthilatê û aliyê din jî daxwaza mayîna Erdogan û AK Partiyê dikin.

Welatî Aynur Bayra anî ziman, “Em azadiyê dixwazin, em dadmendiyê dixwazin. Tiştê herî girîng li welatê me dadmendî nemaye. Em li gor hiqûqê mafê xwe dixwazin. Em dixwazin hemû mirov bi awayekî wekhev ji hiqûqê bawer bikin.”

Welatiya Tirkiyê ya ku li Almanyayê dijî Fatma got, “Em ligel Erdogan in. Eger tu naxwazî deng bidî Erdogan, tu yê di hilbijartinan de wenda bikî. Erdogan bihêz e û em li pişta wî ne. Em milletek in û bi wî şanaz in.”

Çar berbijêrên serokkomariyê hene, yên herî bihêz berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ne. HDP ya ku bi navê Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan dibe roja Înê ragihand, piştevaniya Kiliçdaroglu dike.