Tirkiye: Jin piştî zewacê êdî dikarin tenê paşnavê xwe bi kar bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê biryar da, jin piştî ku zewicin jî dikarin tenê paşnavên xwe yên berê bikar bînin. Jin êdî dikarin paşnavê hevjînê xwe bi kar neyînin.

8emîn Dadgeha Malbatê ya Stenbolê ji bo betalkirina yasaya “Jin piştî zewacê paşnavê hevjînê xwe werdigire lê piştre dikare bi nivîskî ji bo bikaranîna paşnavê xwe yê pêştir jî serî li karmendê zewacê û saziya nifûsê bide û li pêş paşnavê hevjînê xwe paşnavê xwe yê pêştir jî bi kar bîne” serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû.

8emîn Dadgeha Malbatê ya Stenbolê, weke hinceta betalkirina yasayê ragihandibû “Mêr di hemû jiyana xwe de dikare paşnavê xwe yê ku ji zaroktiyê wergirtiye bi kar bîne lê heman mafê jinê nîne û ev li dijî prensîba wekheviyê ye.”

Biryara Dadgeha Destûrê di Rojnemeya Fermî de hat ragihandin, û dadgehê got, “Mêr piştî zewacê jî dikare paşnavê xwe yê berî zewacê bi tenê bi kar bîne lê li gor rêkarê jin piştî zewacê paşnavê xwe yê berê tenê dikare li pêş paşnavê hevjînê xwe bi kar bîne û bi vî awayî di nav hevjînan de di bingeha zayendî de miameleyeke cuda tê kirin. Di nav jin û mêran de di warê bikaranîna paşnavê berî zewacê de bi rêya rêkarê cudahiyeke bê bingehên aqilane heye û ev li dijî prensîba wekheviyê ye.”

Dadgehê biryar da piştî ku di Rojnameya Fermî de bê weşandin dê biryar piştî 9 mehan bikeve warê cîbicîkirinê.