HDPê cara yekem ragihand: Em dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Girtin Mîthat Sancar HDP Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar “Li vir armanca bidawîkirina rejîma yek zilamî diyarker e. Armanca me bi ya Kiliçdaroglu yê ku soza bidawîkirina rejîmê da û bi vê bernameyê bû berbijêr lihev dike. Ji ber wê yekê divê navê wî bi aşkereyî bê bilêvkirin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar ji nivîskarê rojnameya Sozcû Îsmaîl Saymaz re axivî û cara yekem rasterast aşkere kir ku ew dê piştgiryê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Sancar her wiha destnîşan kir ku wan ji Kiliçdaroglu daxwaza wezaretê yan jî  burokrasiyê nekirine.

Beşa têkildarî mijarê ya nivîsa Îsmaîl Saynaz wiha ye:

"Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ê ku min duh pê re hevdîtin kir, cara ewil biryara xwe ya dengdayîna ji bo Kiliçdaroglû ji min re vegot.

Sancar dibêje ku ew ê bi armanca `bidawîkirina rejîma yek zilamî` piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu. Sancar dibêje `Armanca me ew e ku di tûra yekem de hilbijartinê biqedînin. Em wisa difikirin ku ev ê ji bo veguhertina demokratîk a Tirkiyeyê bibe gaveke girîng.` Sancar lê zêdekir ku ji bo vê piştgiriyê tu daxwazên wan ji Kiliçdaroglû nînin.

Daxuyaniyên Sancar wiha ne:

Min bihîst ku we biryar daye ku hûn dê ragihînin ku hûn dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Belê. Em vê hilbijartinê weke hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyeyê dibînin. Du armancên me yên stratejîk hene. Armanca yekem, bidawîkirina rejîma yek zilamî ye. Armanca duyemîn jî ew e ku di veguherîna demokratîk de bibin hêza herî bi bandor. Rêya bidawîkirina rejîma yek zilamî di hilbijartina serokomariyê de derbas dibe. Li aliyekî berbijêrê Tifaqa Cumhur heye ku dixwaze rejîmê mayînde bike; Erdogan. Li aliyê din Kiliçdaroglu jî heye ku soza guhertina rejîmê dide. Armanca me bi ya Kiliçdaroglu yê ku soza bidawîkirina rejîmê da û bi vê bernameyê bû berbijêr lihev dike. Ji ber vê yekê me biryar da ku em piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Ya rastî dema ku me tercîha xwe ya destnîşannekirina berbijêriyê bi raya giştî re parve kir, di vî warî de me îşaretan dabû. Lê di vê qonaxê de, divê em tercîha xwe zelal bikin. Hêviya dengdêr û raya giştî jî di vî warî de ye.

Armanca me ew e ku hilbijartin de gera yekem de bidawî bibe. Nemîne gera duyem. Em difikirîn ku ev yek wê bibe gaveke girîng di rêya veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê de. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku bi hesta berpirsyariya demokratîk tevbigerin.

Rejîma heyî welat xistiye nav gerava karesatan û di her warî de ber bi hilweşînê ve aniye. Ji bo ku welat ji vê tarîtiyê derbikeve, pêwîste ji rejîma yek zilamî rizgar bibe.

Em di wê baweriyê de ne ku serkeftina Kiliçdaroglu wê bibe pêngavek ji bo vekirina rê li ber demokrasî û dewleta hiqûqê.

Lê bendewariyeke me ya ku ev rewş ji nişka ve û bi awayekî radîkal veguherinê çêbike tune. Em xwe weke aktorê sereke yê ku wê vê veguherîna demokratîk pêk bînin dibînin.

Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin hilbijartinên parlamentoyê. Me weke armanca xwe ya stratejîk destnîşan kiriye ku nûnertiya herî bilind bi dest bixin. Armanca me ew e ku em di parlamentoyê de bigihin pozîsyona sereke. Di sala xwe ya 100. de erka me ye ku em Komarê bi demokrasiyê re bînin cem hev û komareke demokratîk ava bikin. Helbet di mijara pêkanîna aşitiyê de em dê bibin hilgirê erk û îradeya diyarker.

We di hilbijartinên herêmî de berbijêrên CHP'ê bi awayekî eşkere nîşan nedabû.

Dînamîkên hilbijartinên serokomarî û yên herêmî cuda ne. Di hilbijartinên herêmî de  armanca meew bû ku bi hikûmetê bidin windakirin û cih ji hêzên demokratîk re vekin. Li vir armanca bidawîkirina rejîma yek zilamî diyarker e. Armanca me bi ya Kiliçdaroglu yê ku soza bidawîkirina rejîmê da û bi vê bernameyê bû berbijêr lihev dike. Ji ber wê yekê divê navê wî bi aşkereyî bê bilêvkirin.

Daxwazek we ji Kiliçdaroglu hebû?

Daxwaza me ew e ku rêveberî û îradeya ku rê li ber demokrasî û dewleta hiqûqê veke nîşan bide. Hêviya me ya bingehîn ew e ku dawî li rejîma yek zilamî bê û berpirsyariya vekirina rê li ber aştiyê hilgire.

Pozîsyoneke di burokrasiyê de yan jî di kabîneyê de...

Na, biryara me siyasî ye û bazar li serê nayê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst