Başak Demirtaş: 2000 roj in Selahattin û hevalên wî neheq girtî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demirtaş, hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got ev 2 hezar roj in Selahattin û hevalên wî bi neheqî girtî ne.

Başak Demirtaş 28ê Nîsana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê hevjînê wê Selahattin Demirtaş jî di nav de wêneyên 8 rêveber û parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) belav kir û got: “Bi giştî bû 2 hezar roj û hê jî di girtîgehê de ne. Bi awayekî  neheq û bê hiqûqî rehîn hatine girtin. Sekna we ya bi serbilindî siberoja me ronî dike. 2 hezar caran bila Eşq be, 2 hezar caran silav li we be.”

Ligel biryara Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê ya azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ev nêzîka 5 salane li Girtigeha Edirneyê girtiye û Doza Kobanî berdewam e.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, korîdoreke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê di ser sînorên Tirkiyê re were rawestandin.

Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza Bûyerên Kobaniyê de ligel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.