Partiya DEVA: Em dê bibin navnîşana veqetiyên ji AK Partiyê

28-04-2022
RÛDAW
Partiya DEVAyê biryar da ku  ew dê bi nav û logaya xwe beşdarî hilbijatinên bê yên Tirkiyê bibin.
Partiya DEVAyê biryar da ku ew dê bi nav û logaya xwe beşdarî hilbijatinên bê yên Tirkiyê bibin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Berdevkê Partiya Demokrasî û Peşveçûnê (DEVA) Îdris Şahîn ragihand ku partiyan wan dê bi logo û navê xwe beşdarî hilbijartinan bibe dê destên xwe xurtir bike û got, "Em bawer dikin ku DEVA dê bibe navnîşana yekem a girseyeke mezin a ji AK Partiyê vediqetin.”

Partiya DEVAyê biryar da ku  ew dê bi nav û logaya xwe beşdarî hilbijatinên bê yên Tirkiyê bibin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li ser hesabê xwe yê twitterê biryara partiya xwe ya derbarê beşdarkirina hilbijartinan de eşkere kir û gotibû: “Me wek Partiya Demokrasî û Pêşveçûn biryar da ku bi nav, hêz û bi logoya xwe beşdarî hilbijartinên li pêşiya me bibin. Bila ev biryar ji bo welatê me û ji bo demokrasiya li ser xêrê be.”

Berdevkê Partiya DEVA û Cîgirê Serokê Giştî Îdrîs Şahîn beşdarî bultena Rûdawê bû, ev biryara partiyê nirxand.

"Partiya DEVA dê yekem car hêza xwe bibîne"

Li ser pirsa “Çima Partiya DEVA dixwaze bi tena serê xwe bikeve hilbijartinê?” Îdrîs Şahîn got: “Ev bi tevahî xwezayî ye, ji ber ku dê bo cara yekem beşdarî hilbijartinan bibe. Partiya me ku di 9ê Adara 2020an de hat damezrandin, di hilbijartinên giştî û Serokkomariyê yên ku sala bê de beşdar dibe û em dê hêza xwe bibinîn. Ew derfeta me dê çêbibe ku hêza xwe biceribînin. Her wiha piştî yasaya hilbijartinê ya dawî, ti sûda weke rêje ya di sîstema tifaqê de nîne. Her çend em ji senaryoyên tifaq û hevkariyê re vekirî ne jî, me rê li ber beşdarbûna hilbijartinan a ji lîsteya partiyek din girt. Me biryara xwe da; em ê bi nav û logoya xwe bikevin hilbijartinê.”

Şahîn li ser pirsa Rûdawê ya derbarê namzedê serokomariyê de jî got, “Em di wê baweriyê de ne ku divê biryarên derbarê tifaqan û navê serokomar de dema roja hilbijartinê diyar bibe, were dayîn. Me niha biryar da ku em bi nav û logoya xwe bikevin hilbijartinê.”

"Pirsgirêka tifaqê nîne"

Li ser pirsa gelo biryara DEVA Partiyê tê wateya ‘ji tifaqê qutbûna’ yan na, Şahîn wiha bersiv da: “Ti qutbûna tifaqê nîne. Em ne tifaq in. Em pergala parlamentoyê ya bihêz diparêzin û ji bo vê sîstemê 6 partiyên siyasî hatine cem hev. Ji ber vê yekê, îradeya me ya tam heye ku em li ser wî maseyê ku em tê de hevkariyê bi her partiyê re dikin berfireh bikin. Pirsgirêka vê yekê tune. Dîsa em diyar dikin ku em ji senaryoyên tifaq û hevkariyê re vekirî ne.

Ev ragihandina biryara me nayê wateya ku em ji maseyê hevkariyên vediqetin. Berevajî em dê maseyê 6 alî li ser e, hêj xurtir bikin. Em di hemû komîsyonên ku em tê de cih digirin de xebatên xwe didomînin. Li wir pirsgirêk tune. Em tenê dibêjin em ê bi logaya xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

"Navnîşana dê biba Partiya DEVA"

Şahîn destnîşan kir ku girseyek mezin heye ku ji AK Partiyê veqetiyaye û navnîşana vê girseyê dê DEVA Partiyê be û wiha pê de çû: “Yasaya nû, li ser wê yekê hate avakirin rê li ber beşdarbûna hilbijartina ya partiyên nû bigire. Ji ber vê yekê em pir baş dizanin ku ew dixwazin çi bikin. Jixwe wan kemînek danîne, lê ew bixwe dê bikevin wê kemînê. Em hemû enerjiya xwe didin ji bo vegerandina Pergala Parlemanî ya Bihêz. Di nav civakê de û  li ser maseya 6 partiyan dê lihevkirinek li ser namzedê serokomariyê çê bibe û ew dê dê bi rêjeyeke mezin serbikeve. Ewil em dixwazin bi rêya hilbijartina serokomariyê sîstem were guhertin û paşê jî bi nûnertiya herî bilind xwe bigihînin meclîsê.”

 “Bi guhertina dengên opozîsyonê desthilat dê neyê guhertin”

Di berdewamiya axatina xwe de got: “Armanca me ew e ku em bibin alternatîfa desthilatdariyê, belavbûna partiya desthilatdar bilez dibe. Bi guhartina dengên di nav partiyên opozisyonê de desthilat dê neyê guhertin. Ya girîng ew e ku em ê ji sedî 52 dengên desthilatdariya çiqasî werdigirin. Belavbûna desthilatdariya çi qas zû bibe guherîna rewşa li welat jî ew qasî zû bibe. zûtir bikin, riya yekane hûn dikarin vî welatî biguherînin.

Eger wiha berdewam bike, dema ku sindoq were danîn, zehmet e ku AK Partî bikeve. Di serdanên xwe yên qadê de em vê yekê dibînin. Welatî bi dil û can ji AK Partiyê veqetiyan, lê ji bo ku ji AK Partiyê bi temamî qut bibe divê hin gav bên avêtin. Biryara ku em bi logo û navê xwe têkevin hilbijartinan bandorek mezin li wê girseyê kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst