Li Tirkiyê nasnameya 150 hezar penaberan hatiye betalkirin

28-04-2022
Omer Sonmez
Penaberên ku nasnameya wan hatiye betalkirin nikarin randevu bigrin
Penaberên ku nasnameya wan hatiye betalkirin nikarin randevu bigrin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Li Tirkiyê zor û zextên li ser penaberên Sûrî didomin. Serokatiya Îdareya Koçberiyê ya Tirkiyê di meha Adarê de, ji ber ku penaber li navnîşanên xwe yên îqametê nehatine dîtin nasnameya hin penaberên Sûrî betal kiribû. Her çiqas Îdareya Koçberiyê derbarê hejmara penaberên ku nasnameya wan hatine betalkirin de daxuyaniyekê belav nekiribe jî, li gorî hin îdia û çavkaniyan nasnameya 150 hezar penaberên Sûrî hatiye betalkirin.

Penaber ji bo ku nasnameya xwe nû bikin divê li bajarên ku dijîn ji Îdareyên Koçberiyê randevu bigrin. Lê ew nikarin beriya 2 mehan Îdareya Koçberiyê randevu bigrin. Ji loma jî piraniya wan ji ber tirsa vegerandina bo Sûriyê ji malên xwe dernakevin derve. Li gorî mafnas û aktivistên penaberên Sûrî ev pêngav li hemberî penaberên Sûrî wek berdewamiya polîtikaya nû ya hikûmeta Tirkiyê ye.

Serokatiya Îdareya Koçberiyê ya Tirkiyê di meha Adara îsal de bi riya mobile SMS / peyamek bi zimanê Tirkî û Erebî ji hin penaberên Sûrî re rêkir. Di peyama Îdareya Koçberiyê de tê gotin ku nasnameya we, ji ber ku hûn di kontrolan de li navnîşanên xwe yên îqametê nebûne hatiye betalkirin û divê hûn ji Îdareya Koçberiyê randevu bigrin û nasnameya xwe nû bikin.

Ciwanekî 26 salî yê penaberê Sûrî yek ji wan penaberan e ku nasnameya wî di 30ê Adarê de ji aliyê Serokatiya Îdareya Koçberiyê ya Tirkiyê ve hatiye betalkirin. Ev penaberê Sûrî ku him zanîngeh dixwîne him jî dixebite, ji ber endişe û îhtimala ku ji Tirkiyê bê dersînorkirin û bo Sûriyê bê vegerandin,  naxwaze ku navê wî yê rastîn bê zanîn û rûyê wî bê eşkerekirin.

Penaberê Sûrî dibêje: “Ev 4 sal in ez li Tirkiyê penaber im. Îqameta min li bajarê Sakaryayê ye, lê ji ber xwendin û xebatê ez li Stenbolê dimînim. Îdareya koçberiyê nasnameya min betal kir, ji bo nûkirinê jî jî 2 meh paşê randevu dan. Niha ez li derve bi rihetî nikarim bigerim , ji polîsan ditirsim. Her wiha gelek penaber jî ji ber tirsa vegerandina bo bakurê Sûriyê bi endişe û guman in. Em hêvîdar in ev rewş bê sererastkirin.”

Her çiqas Îdareya Koçberiyê derbarê hejmara penaberên ku nasnameya wan hatine betalkirin de daxuyaniyekê belav nekiribe jî, li gorî hin îdia û çavkaniyan nasnameya 150 hezar penaberên Sûrî hatiye betalkirin. 

Li gorî hin mafnas û aktivistên penaberên Sûrî, ev kiryar wek prosedorekê yasayî xuya bike jî ew bi şik û guman in. Mafnasê Sûrî Taha Algazî destnîşan dike ku ev pêngav li hemberî penaberên Sûrî wek berdewamiya politikaya nû ya hikûmetê ye.

Aktivîstê Sûrî Taha Algazî jî got: “Mixabin em vê yekê wek guhertina politikaya hikûmetê dibinin. Herçiqas betalkirina nasnameya 150-200 hezar penaberan wek sedema navnîşan û îqametê xuya bibe jî, paşxaneya vê meseleyê heye. Lewra bûyerên li Altindaga Enqereyê qewimîn û  polîtîkaya hikûmetê ya kêmkirina penaberan, her wiha betalkirina nasnameyan bi me dide xuyakirin ku wê dewama van tiştan bê. Dixwazin bi vê yekê zor û zext li ser civaka penaberan çêbikin. Niha jixwe randevuyên îdareya koçberiyê tijî bûye û ew kes zûbizû nikarin randevu bigrin.”

Li gorî amarên îdareya Koçberiyê ya Tirkiyê, derdora 3 milyon û 800 hezar (bi fermî; 3.762.385 penaber) penaberên Sûrî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bi nasnameya demkî ku destûra îqamet û mayînê dide dijîn. Ji penaberên Sûrî heta niha bes 200 hezar û 950 kes bûne hemwelatiyên Tirkiyê.

Penaberê Sûrî Ehmed jî dibêje: “Bi rastî dema ku şert û merc ji bo vegerandina penaberan ne guncav be, vegerandina wan dibe zilim.”

Penaberên ku nasnameya wan hatiye betalkirin divê di navbera 15 û 60 rojan de ji Îdareya Koçberiyê randevu bigrin û nasnameya xwe nû bikin. Lê gelek penaber didin zanîn ku ew nikarin bi rêkûpêk ji Îdareya Koçberiyê randevu bigrin. Niha penaberên ku nasnameya wan hatiye betalkirin heta randevu bigrin û nasnameya xwe nû bikin wê çi bê serê wan ne diyar e. Ji loma jî piraniya wan ji ber tirsa vegerandinê ji malên xwe dernakevin derve û tevli civakê nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst