Birayê Sirri Sakik ji Ak Partiyê dibe bernamzed

28-04-2018
RÛDAW
Nîşan Namik Sakik Ak Partî tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan  Namik Sakik ê birayê Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik ragihand, ku ew dê ji Ak Partiyê bibe bernamzed.

 

Piştî eşkerekirina bernamzediya xwe Namik Sakik ji televîzyoneke Tirkiyê re got, ku ew ti caran nebûye HDPyî û alîgirê PKKê. Herwiha diyar kir, ku wî ferqa salên 1990î û piştî salên 2000î jî ditiye lewma biryareke wiha daye.

 

Sakik herwiha diyar kir, ku ew ne miroveke xwedî hizra çepgir ne sosyalîst û ne jî netewparêz e lê kesekî parêzker e.

 

Namik Sakik da xuyakirin, ku wî ji ber pêvajoya aştiyê û çareseriyê, herwiha mezinbûna Tirkiyê xwest ji Ak Partiyê bibe bernamzed.

 

Namik Sakik got: “Min kiryarên salên 1991 û 1992 dît. Ez bûme şahidê wan rojan, kuştina mirovan, şewitandina gundan. Lê niha ev nemane û ez bi azadane dijîm. Televîzyonên Kurdî hene.”

 

Sakik bibîr xist ku paşnavê wan bi PKKê re bûye yek lê ew ne alîgirê PKKê ye û got: “Ji bo Kurd ji PKK û HDPê cuda bibin erkekî mezin dikeve ser milê Ak Partiyê. Divê Ak Partî deriyê xwe ji Kurdan re veke. Ez bawer dikim, ku dê AK Partî gelek tiştan bide Kurdan.”

 

Namik Sakik birayê parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sakik e di sala 2015ê de ji Mûşê bibû endamê Ak Partiyê.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst