Biryarên hilbijartinan di rojnameya fermî de hatin ragihandin

28-04-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin YSK Biryar
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Lijneya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) biryarên nû yên derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de di rojnameya fermî ya welatî de weşand.

 

Lijneya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê diyar kir ku qedexeyên hilbijartinê li gorî qedexeyên hilbijartinên derbas bûyî hatine guhertin û ew biryarên nû di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hatin ragihandin.

 

Li gorî biryara Lijneya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê AK Partî, Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya ÎYÎ, Partiya Saadetê, Partiya Vatan, Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Serbixwe ya Tirkioye (BTP), Partiya Demokrat (DP), Partiya Doza Azad (HUDAPAR) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bikevin holbijartinê.

 

Li gor biryarê roja hilbijartinan 24ê Hezîranê j ji saet 06.00an heta 24.00an dê firotina alkolê bê qedexekirin.

 

Ji xeynî kesên peywirdarê ewlehî û asayişa hilbijartinan nikaribe çekê bi xwe re bigerîne.

 

Roja hilbijartinan qehwexane, qiraatxane û hemû kafeyên înternetê dê girtî bin.

 

Li xwaribgehên keyfê tên tenê xwarin dê were dayîn. Piştî saet 18.00’an dawet dikare were kirin.

 

Heta saet 18.00’an medya bê qedexe kirin ku kesekê nekare di hemû radyo û TV'iyan de hilbijartinê şîrove bikin û encaman texmîn bikin.

 

Herwiha heta seat şîrove û weşanên derbarê hilbijartinan de heta 21.00an qedexe bin. Lê ger YSK pêwîstiyê pê bibîne ew dê karibe biryarê bide ku hemû weşan beriya saet 21.00an serbest be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst