Pirsgirêkên Stenbolê çi ne û dengdêr çi dixwazin?
Stendbol (Rûdaw) - Li bajarê herî qerebalix ê Tirkiyeyê li bajarê Stenbolê, di serî de qerebalixî, trafîk, bihabûn, bêkarî, erdhej, av û paqijî hejmareke zêde ya pirsgirêkên bajêr heye.
Namzedên Şaredariya Stenbolê jî bi sozên xwe yên cuda, ji bo piştgiriyê hewl didin dengdêran razî bikin.
Piraniya niştecihên Stenbolê, balê dikişînin ser bihabûna Stenbolê û kirêya zêde ya xaniyan.
Lê beşek dengdêrên Stenbolê dibêjin, ew dê rasterast dengê xwe bidin partî û namzedên nêzîkî wan û beşek ji wan jî didin zanîn ku ew dê li gorî projeyan dengê xwe bidin.
Ji ber ku Stenbol navenda aborî û nimûneya Tirkiyeyê ye, di navbera partiya desthilatdar AK Partî û partiya mixalefeta sereke CHPyê de rikeberiyeke tund bi rê ve diçe.
Lewra dê encamên hilbijartinên Stenbolê bandorê li ser hilbijartinên giştî yên sala 2028an û siyaseta giştî ya Tirkiyeyê bike.
Nifûsa Stenbolê ji ya 131 welatan qerebalixtir e
Bajarê Stenbolê bi nifûsa xwe ya 16 milyonî li Ewropayê bajarê herî qerebalix e û ji aliyê nifûsê ve ji 131 welatan qerebalixtir e.
Niştecihên Stenbolê, dê 31ê Adarê biçin ser sindoqan û ji bo 5 salan rêveberiya Şaredariya Stenbolê diyar bikin.
“Niha kirêya xaniyan bûye 10-15 hezar”
Niştecihê Stenbolê Mehmed Bazîd got:
“Li Stenbolê pirsgirêka trafîkê heye. Herwiha pirsa penaberan heye lê ya esasî krîza aborî û nebûnê ye. Niha kirêya xaniyan bûye 10-15 hezar.”
Niştecihê Stenbolê Dursun Nefes jî got:
“Pirsgirêka Stenbolê tîbûn û birçîbûn e lê pirsgirêka herî mezin a Stenbolê erdhej e.
Dema erdhej çêbibe dê kevir li ser kevirê nemîne. Divê tedbîr bên wergirtin.
Herwiha divê pirsgirêka trafîkê jî were çareserkirin.”
“Divê şaredar Stenbolê ji nû ve ava bike”
Niştecihê Stenbolê Tolga Eker diyar kir ku Stenbol bajarekî bêserûber e û got:
“Divê şaredar Stenbolê ji nû ve ava bike. Pirsgirêka me ciwanan rewşa xirab a aboriyê ye.”
Budceya Stenbolê ji ya 9 wezaretan zêdetir e
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi budceya xwe ya 115 milyar û 250 milyon lireyên Tirkî (budceya sala 2023yan), ji budceya 9 wezaret û 13 saziyên dewletê zêdetir e.
Beşek dengdêrên Stenbolê dibêjin ew dê rasterast dengê xwe bidin partî û namzedan, beşek ji wan jî didin zanîn ku ew dê li gorî proje û wehdan dengê xwe bidin.
Niştecihê Stenbolê Sabahattin Şeker jî got:
“Problema herî mezin a vî bajarî debara xelkê û trafîk e.
Li aliyê din em dengê xwe hem ji bo partiyan hem ji bo sozan didin.“
“Stenbol ji bo erdhejê ne amade ye”
Niştecihê Stenbolê Ramazan Çîftçî jî da zanîn ku Stenbol ji bo erdhejê ne amade ye û got:
“Jixwe dê li Stenbolê erdhej çêbe lê em dibînin ku projeya Kanal Stenbolê derdixin pêş. Ka wê çawa çêbibe?”
Stenbol wekî bajarekî navendî ya cazîbeyê ye ku nifûsa her bajarekî Tirkiyeyê lê heye.
Li gel hemû zehmetiyên aborî jî koça ji bo Stenbolê berdewam dike û pirsgirêkên wê zêde dibin.
Ji ber ku Stenbol navenda aborî û nimûneya Tirkiyeyê ye qezenckirina şaredariya wê ji bo hemû partiyên siyasî girîng e.
Lewra dê hilbijartinên Stenbolê bandorê li hilbijartinên giştî yên sala 2028an û siyaseta giştî ya Tirkiyeyê jî.