Ufuk Uras: Erdogan dixwaze Pirsa Kurd ji sarincê derxe

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan Ufuk Uras Pirsa Kurd Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras ragihand, “Dengdêrên Kurd dê di hilbijartinên Stenbolê de diyarker bin.”

Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras li Stenbolê bû mêhvanê pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdurehman û li ser hilbijartinên 31ê Adarê axivî.

Li Stenbolê ku bajarê herî qerebalix ê Tirkiyeyê ye û gelek Kurd lê dijîn di 31ê Adarê de ji bo şaredariya bajarê mezin du nav derdikevin pêş, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu û namzedê Tifaqa Cumhur Wezîrê berê yê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum.

DEM Partiyê jî Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî wekî namzedên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê diyar kirin.

Namzedê Partiya Yenîden Refahê jî zavayê Necmedîn Erbakan, Mehmet Altinoz e.

“Hilbijêrên Kurd bi awayekî homojen tevnagerin”

Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras got:

“Dengdêrên Kurd dê di hilbijartinên Stenbolê de diyarker bin, ev teqez e lê dengdêrên Kurd homojen tevnagerin, pirparçeyî tevdigerin.

Yanî em nizanin dê çend dengdêrên Kurd dengên xwe bidin CHPyê û çend dengên xwe bidin DEMê. Ji sedî 6-8 dengdêrên bêbiryar jî hene, em nizanin dê ev dengdêrên bêbiryar berê xwe bidin kû.

Em nizanin dê dengdêyên Partiya Yenîden Refahê dengê xwe bidin kê.”

“Kurd nîşan didin ku piştî danûstandinan ji hevdîtinan re vekirî ne”

Uras diyar kir ku berê HDPya ku DEM Partî jê tê, bijardeya rêya sêyem dida pêş xwe lê piştgirî da namzedê mixalefetê û ev yek di nava dengdêran de bû sedema tevliheviyê û got,

“Dengdêr dê di hilbijartinan de li navçeyan piştgiriyê bidin namzedên partiya xwe û hinek ji wan jî dê piştgiriyê bidin Birêz Îmamoglu.

Kurd tenê li van hilbijartinan nanêrin, di heman demê de nîşan didin ku piştî hilbijartinan ji danûstandinan re vekirî ne.”

“Deriyê danûstandinan vekirî dihêlin”

Uras diyar kir ku DEM Partî bi destnîşankirina namzedan li bajarên mezin siyaseteke pragmatîk da ber xwe û got:

“Lê wan xwest ku bi destûra nû re di demên pêş de rê li ber danûstandinên bi hikûmetê re negirin.

Dema mirov lê dinêre tiştên ku Leyla Zana, Ahmet Turk, Selahattîn Demîrtaş gotine bûye kategoriyeke cuda, rêveberiya partiyê li ser îro disekine.

Yanî aqilmendên partiyê tenê li vê hilbijartinan nanêrin, li hilbijartinên 2028an jî dinêrin.

Ji bo çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd û destûra bingehîn a nû deriyê danûstandinan vekirî dihêlin.”

Uras diyar kir ku encama di navbera Îmamoglu û Kurum de dê bi “dengdêrên hestyar, ne dengdêrên stratejîk” diyar bibe.

Ufuk Uras li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê anî ziman:

“Helbet wekî hûn jî dizanin pêvajoya çareseriyê ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ji Tirkiyeyê dest pê kir. Di dema pêş de dê modela Pirsa Kurd li gorî konjektûra navneteweyî were çêkirin.

Bi gotineke din, normalîzekirin û modela ku di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çêbibe, di rastiyê de dê bibe modeleke ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd ji raya giştî re were pêşkeşkirin.

Pêvajoya berê ya çareseriyê li hundir bû. Ev pêvajoya çareseriyê dê bi temamî li ser awayê pêşkeşkirina pêwendiyên bi Kurdistana Îraqê re wekî modelekê pêk were.

Ji ber vê yekê têkiliyên dawî û gerên Erdogan ên dawî pir girîng in.”

"Pêvajoyeke nû dê nebe dubarekirina pêvajoya berê"

Ufus Uras li ser pêvajoyeke nû ya çareseriyê herwiha anî ziman:

“Pêvajoyeke nû bibe jî, dê nebe dubarekirina pêvajoya berê ya çareseriyê. Ew dê ber bi çareseriyekê ve biçe ku li ser modela Kurdistana Îraqê, redkirina tundî û “terorîzmê” û li ser bingeha welatîbûna destûrî ya li parlamentoyê be.

Ji ber ku êdî çareseriya Pirsa Kurd ne di bin berpirsyariya ti kesî de ye û îhtimal heye ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) gavên hundirîn ji bo asayîkirina pêwendiyan li herêmê ku di nav wan de Kurdistana Sûriyeyê jî heye bavêje.”

Uras diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyeyê berdêlên mezin dane û got:

“Ji ber vê yekê ew gaveke berbiçav dixwazin ku di nav de gaveke ku tê wateya efûyê jî hebe. Ji ber vê yekê gelê Kurd di avêtina gavên erênî de xwedî tecrube ye.”

“Dê teqez destûreke nû were çêkirin”

Uras diyar kir ku piştî hilbijartinan teqez dê destûreke nû were çêkirin û anî ziman:

“Lê dema ku ev destûra nû tê amadekirin dê mixalefetê bibe çend parçe û AK Partî jî dê ji vê sûdê wergire.

Tayyîp Erdogan jî beriya ku jiyana wî ya siyasî biqede, dixwaze di mijareke kevnar a wekî Pirsa Kurd de dîrokê binivîse, yanî dixwaze vê mijarê ji sarincê derxîne.

Helbet naveroka vê modelê ji bo mixalefetê girîng e lewra bêyî dîtina wê modela destûrê niha ne mimkun e ku tiştekî zelal were gotin lê ji nekirina tiştekî çêtir e.

Ji ber vê yekê çêtir e ku mixalefet di destûra nû de gavên erênî bavêje.”

Ufuk Uras anî ziman ku Îmamogli li pêş xuya dike lê dibe ku Murat Kurum jî were hilbijartin.

Uras destnîşan kir ku Erdogan behsa “hevsengiya di navbera rêveberiyên herêmî û hikûmeta navendî de” kir lê nayê zanîn ev yek dê dengdêran qanih bike yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst