TIRKIYE - Ligel nêzîkbûna hilbijartinê zimanê nefretê û zext dijwartir bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkiyê helwêsta siyasetmedaran li hember penaberan dijwartir bûye.

Dîrektorê Rêxistina Efûya Navdewletî yê Ragihandina Tirkiyê dibêje, nêzîkbûna hilbijartinê bandor li zimanê siyasetmedaran kiriye û desthilat û opozîsyon di siyaseta dijî penaberan de bi heman zimanî propagandayê dikin û behsa vegerandina wan dikin.

Dîrektorê Rêxistina Efûya Navdewletî yê Ragihandina Tirkiyê Tarik Beyhan dibêje “Hemû alî li dijî penaberan diaxivin. Ev ne tenê di mijara paş de vegerandinê de, wek min got di heman demê de, li Tirkiyê ji bo wan rewşeke metirsîdar tê avakirin. Nikarin paş de bişinîn, nikarin vegerînin, ev li dijî hiqûqa navdewletî ye.”

Rêxistina Efûya Navdewletî herwiha dibêje, Saziya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) ya Tirkiyê, ji ber axavtinên siyasetmedaran cezayan li radyo û televîzyonan dibire û li ser navê desthilatê civakê ditirsîne.

Tarik Beyhan got jî “Wek hûn dibînin, Saziya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) tenê ji ber wiha difikirin, ku ne rast e, cezayê pereyan didin. Siyasetmedarek di kanaleke televîzyonî de diaxive û Saziya Bilind, ji ber vê yekê cezayê pereyan dide. Mirov van rojan ji axavtinê ditirsin û ev rewşeke tirsê ya rasteqîn e.”

Rêxistina Efûya Navdewletî bang li siyasetmedarên Tirkiyê kir ku bi armanca zêdetir wergirtina dengan li dijî penaber û LGBTQyiyan zimanê nefretê bikar neynîn û rêzê li mafên mirov bigrin.