Li Konya 2 rojnamevan bûn armanca êrişa nijadperestan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eregli ya ser bi Konyayê ya Tirkiyê du rojnamevan bûn armanca êrişa komeke nijadperest û birîndar bûn.

Li navçeya Eregli ya ser bi Konyayê du rojnamevanên bi navê Umut Yaygir û Ozcan Saraç ku xwediyê malpereke înternetê ya herêmî ne, di dema ku li xwaringehekê xwarin dixwarin ji aliyê 10-15 kesên nijadperestên endamê Partiya Tevgera Nijadperst (MHP) ve rastî êrişî hatin.

Di encama êrişê de herdu rojnamevan birîndar bûn û piştî bûyerê ew her du rojnamevan birine  nexweşxaneyê û li wir têne dermankirin.

Ew rojnamevan dibêjin  êriş ji aliyê Serokê Şaredariya Ereglî Huseyin Oprukçu ku ser bi MHPê ve hate organîzekirin di dema êrişê de serokê rêxistina nijadperst a bi navê Ulku Ocaklarî jî amade bûye.