Erdogan: Her şev mast, hingiv û xurmeyên Medinê bixwin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku di meha Remezanê de bi rêya saziya goşt û berhemên şîr,dê bi nirxekî erzan goşt bidin welatiyan. Erdogan herwiha got ku dema berî biraze ew mastê gamêş û sê heb xurmên medîne, kevçiyek çayê jî hingiv û kêmek xamkêsan tevlîhev dike û dixwe û pêşniryar kir ku herkes bixwe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parêzgeha Tokatê ligel hejmareke cotkaran civiya. Erdogan amaje bi wê yekê da, ku ew girîngiyê zêdetir bi ajeldariyê û berhemên navxwe didin û di meha Remezanê de, bi rêya saziya  goşt û berhemên şîr, dê bi bihayeke erzan goşt bidin welatiyan.

Serokomarê Tirkiyê di serdana xwe de behsa bandora şerê Rûsya û Ukrayna li ser aboriya Tirkiyê kir û got, ji ber van pirsgirêkan di sektora xorak de  rûbirûy zehmetiyan bûne.

Erdogan diyar kir, ku bo çareserkirina pirsgirêka dabînkirina xorak, ku ji ber şerê Rûsya û Ukrayna rû daye, wek bijarde hewlên wan li Qezaxistan, Amerika, Kanada û welatên din jî hene.

Erdogan behsa wê xwarina ku ligel mast tevlîhev dike kir û got ew her şev dixwe û pêşniyar kir ku ew jî bixwin û got: “Herdem berî ez bixewim mastê gamêş û sê heb xurmên medîne, kevçiyek çayê jî hingiv û kêmek xamkêsan tevlîhev dikim û dixwim.”

Ev gotinên Erdogan bûn sedema karvedanan.

Derbarê vê yekê de Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu got: “Nizanim we temaşekir êvarî, lê dibê hûn êdî mastî gamêş, hingiv û xûrma Medîne bixwin û piştre razên. Ji ber xwediyê koşkê piştî van tişta dixwe xew dike û daxwaz dike hemû kes jî bixwe. Agahiya wî ji xelkê tine ye ku xelk birçî ye, hejar e, nan bi dest nakeve. Bixwe behsa mastê gamêşan dike.”

Li Tirkiye kîloyek mastê gamêşan bi 40 lîre, hingivê berûyan 326 lîre, xûrmê medîne 170 lîre û kîloya xamkêsan bi 40 lîre ye bi giştî dike 576 lîreyê tirkî wate nêzîka 39 dolar in.

Dahata mehane ya kesekî ku bi mûçeyê kêmane kar dike 4 hezar û 253 lîre û 40 qûrûşe wate 280 dolar e.