Erdogan: Em dê di Remezanê de bi erzanî goşt bidin welatiyan

28-03-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Goşt Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê ragihand, ew dê di meha Remezanê de bi rêya Saziya Goşt û Berhemên Şîr bi nirxekî erzan goşt bidin welatiyan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parêzgeha Tokatê ligel hejmareke cotkaran civiya.

Recep Tayyip Erdogan amaje bi wê yekê daku ew girîngiyê zêdetir bi ajeldariyê û berhemên navxwe didin û di meha Remezanê de bi rêya saziya  goşt û berhemên şîr dê bi bihayeke erzan goşt bidin welatiyan.

Serokkomarê Tirkiyê di serdana xwe de behsa bandora şerê Rûsya û Ukrayna ya ser aboriya Tirkiyê kir û got, ji ber van pirsgirêkan di sektora xorakê de rûbirûyê zehmetiyan bûne.

Erdogan diyar kir ku bo çareserkirina pirsgirêka dabînkirina xorakê ku ji ber şerê Rûsya û Ukrayna rû daye  wek bijarde hewlên wan li Kazaxistan, Amerika, Kanada û welatên din jî hene.

Li Tirkiyê bihayê goşt ji %48 giran bû

 Ev yek di demekê de ye Saziya Goşt û Şîr a Tirkiyê berî çend rojan nirxê goşt %48 giran kir û piştî giranbûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê yek kîlo goştê qîme ji 56 lîre gihişte 83 lîreyan, 1 kîlo goştê tike jî ji 62,50 lîre gihişte 92 lîreyan.

Li gor nirxên ku Saziya Goşt û Şîr a Tirkiyê belav kirine, nirxê goştê bi hestî nehatiye guhertin û goştê ajalên xwemalî kîlo bi 60 lîre û yê hawirde jî kîlo bi 58 lîreyan tê firotin.

Di wan demên dawî de krîza aborî li Tirkiyê kûrtir bûye û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane nirxê pêdiviyên jiyanê giran dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst