Wezareta Dadê ya Tirkiyê qedexeya hevdîtina ligel girtiyan dirêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyê weke dijî belavbûna vîrusa koronayê ya li girtîgehan, hevdîtina parêzer û malbatan a ligel girtiyan careke din qedexe kir.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê dijî belavbûna vîrusa koronayê ya li girtîgehan di çarçoveya pêşniyarên Desteya Zanîstî ya Vîrusa Koronayê de biryara qedexeya hevdîtina ligel girtiyan careke din dirêj kir.

Li gor biryarê qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan 2 hefteyên din jî hat dirêjkirin.

Wezareta Dadê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku malbat û parêzer di rewşên taybet de bi destûra serdozgeriyê dikarin hevdîtinê pêk bînin.

Lê dema parêzer biçin hevdîtinê jî dê bi lepik û maskeyan hevdîtina girtî bikin. Li gor amarên fermi yên Tirkiyê, li wî welatî 5 hezar û 698 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 92 kesan jî cane xwe ji dest dane.