'Azadiya raderbirînê ji bo pêvajoya aştiya li Tirkiyê giring e'

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûya Giştî ya Navnetewyî (Amnesty) daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku yasaya dijî terorê biguhere û diyar kir ku azadiya raderbirînê xaleke giring e di pêvajoya aştiyê de.

Amnesty di raportekê de derbarê rewşa mafên mirov û pêvajoya aştiyê ya navbera hikûmeta Tirkiye û PKK'ê ku 27'ê adarê belav bûye, got ku azadiya raderbirînê li wî welatî di bin gefê de ye.

Berpirsê Ewropa yê Amnesty Jon Dalihosn ragihand ku bi sedan çalakvan, rojnamevan, nivîskar û parêzer li Tirkiyê ji ber azadiya raderbirînê rastî cezayên dadgehê tên.

Ew raport di bi navê "Tirkiyê: Dema pêkanîna mafê azadiya raderbirînê hatiye" de ye.

Berpirsê ofîsa Amnesty li Tirkiyê Andro Gardner di raportê de hêvî dike ku pêvajoya aştiyê ya ku di navbera kurd û Tirkiyê de  dest pê kiriye, encamên wê erênî bin.

Gardner got jî, ku serkeftina wê pêvajoyê gelek zehemt dibe eger bê mafê azadiya raderbirînê derbas bibe.