DEM Partî: Peymana Dolmabahçeyê ji bo çareseriya pirsa Kurd derfeteke dîrokî bû

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ragihand ku “Peymana Dolmabahçeyê” ji çareseriya pirsa Kurdan derfeteke dîrokî bû.

DEM Partiyê herwiha bangî hemû aliyên siyasî kir ku careke din vegerin ser wê peymanê.

Peymana Dolmabahçeyê ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya HDPyê û rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ve 28ê Sibata 2015an hatibû ragihandin.

Peymana Dolmabahçeyê bi armanca çareserkirina pirsa Kurdan di navbera HDPyê û rayedarên hikûmeta Ak Partiyê de pêk hatibû.

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi helkefta 9emîn salvegara wê peymanê roja îro daxuyaniyek belav kir.

“Peymana Dolmabahçeyê derî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd re vekir”

DEM Partiyê amaje bi wê yekê da ku 9 sal berê Peymana Dolmabahçeyê derî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê vekir û got:

“Peymana Dolmabahçeyê ku her madeyeke wê ji bo pirsgirêkên bingehîn û dîrokî yên Tirkiyeyê reçeteyek pêşkêş dikir, ji aliyê desthilata AKPyê ve hat redkirin.”

DEM Partiyê ragihand bi redkirina “Peymana Dolmabahçeyê” re li Tirkiyeyê deriyên siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk hatine girtin û got:

“Gelên Tirkiyeyê careke din rûbirûyî keşûhewayê tundûtîjiyê bûn. Li gel redkirina peymanê, di warên dad, demokrasî, azadî û aborî de rêzekrîz li pey hev çêbûn.”

“Peyman derfeteke dîrokî bû”

DEM Partiyê Peymana Dolmabahçeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên azadî, demokrasî û dadê yên li Tirkiyeyê wek derfeteke dîrokî bi nav kir û got:

“Ji wê rojê ve eşkere ye ku zêdetir pêdivî bi îradeya çareseriyê ya Peymana Dolmabaçe û perspektîfa wê heye.”

DEM Partiyê tekez kir ku ew ji bo  rizgarbûna Tirkiyeyê ji krîzên piralî û çareseriya pirsgirêkên dîrokî, niha jî bi awayekî bihêz û bi biryar Peymana Dolmabahçeyê diparêzin û got:

“Tevî aloziyên konjektûrel û keşûhewayê siyasî di çarçoveya Peymana Dolmabahçeyê de ji bo ku çareserî pêk bê, em xwedî îradeyeke bihêz in.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de DEM Partiyê banga vegera li ser Peymana Dolmabahçeyê li desthilat û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê kir û got:

“Em eşkere dikin ku di çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk de,  vegera li ser rihê Dolmabahçeyê û sûdgihandina wê proseyê ji aliyê hemû aliyên siyasî ve, rêyeke ku nikarin xwe jê bidin paş.

Rêya derketina Tirkiyeyê ji krîzên piralî, bi wêrekî û bi biryarî di parastina aşitiya dîrokî ya bi Kurdan re derbas dibe.

Di vê çarçoveyê de wek DEM Partiyê em li dijî her cor zihniyeta darbeyê ne û darbeyan şermezar dikin.

Ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsa Kurd jî em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.”