Alî Yerlîkaya: 42 qaçaxçî û 333 koçber hatin desteserkirin

28-02-2024
Nîşan Alî Yerlîkaya Qaçaxçî Koçber Girtin Destserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di operasyona bi navê "Kalkan-13"ê de 42 qaçaxçiyên koçberan û 333 koçber hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya agahiyên operasyonê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku operasyon li dijî wan kesan hatiye kirin ku koçberan bi rêyên qaçax di ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê dikin.

Yerlîkaya daxuyand ku Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê, Rêveberiya Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî bi koordînasyona Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ev operasyon kiriye.

Herwiha hat ragihandin ku navenda operasyonê Amed bû û li parêzgehên Wan, Riha, Dîlok, Îzmîr û Duzceyê 31 qaçaxçî hatine desteserkirin.

Qaçaxçiyên biyanî jî di nav de, 17 ji wan hatine girtin û lêpirsîna derbarê yên din jî berdewam dike.

Li gorî agahiyan li Rihayê 6 qaçaxçî hatine desteserkirin, 4 ji wan hatine girtin û 2 jî bi biryara kontrola dadî hatine berdan.

Li Edeneyê 4 qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin, 2 hatine girtin û 2 jî bi biryara kontrola dadî hatine berdan.

Li Êlihê qeçaxçiyek hatiye desteserkirin û derbarê wî rêkarên edlî hatine destpêkirin.

Li hêla din, di wê operasyonê de 333 koçber hatine desteserkirin û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê dest daniye ser çend çifteyên bêruxset, gelek telefon û kartên telefonan û pereyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst