Çîrokên erdhejê – 'Xaniyê me wêran bûye, ne xeyalên me'

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdehejên 6ê Sibatê li 11 parêzgehan bi deh hezaran kavil, di bin wan de jî bi sed hezaran çîrokên bi êş man.

Li ber kavilê vê avahiya li Hatayê bo yên mayî demsal, şîn û girî ye.

Ji ezîzên wan tenê çend wêne û kelûpel bo bîranînan mane.

Li heman bajarê wêran, kavilên avahiyeke din bavekî din ji kurê wî yê yekane yê 23 salî kiriye.

Wêneyê wî ji bin kavilan derxistiye û ji wê roja reş ve bi kuderê ve biçe, ew wêne her pê re ye.

Ozer Akkaya dibêje: “Ez her roj sibehan diçim ser gora wî. Em bi hev re diaxivin. Ez dizanim, hest dikim ku ew li cem min e, lê wî nabînim. Êşeke gelekî mezin e. Êşa zarok gelek mezin e. Gelek mirovên me hene vê êşê dikişînin. Xwedê sebrê bide me hemûyan.”

Kes dimirin ji bo kesan, lê kes namire li şûna kesî.

Tevî rewşa dijwar, jiyan bi awayekî berdewam e. Hêviya siberojên geş jî take tişt e ku wan li ser piyan dihêle.

Welatiyekî Hatayê bi navê Şahîn Binkay jî li ser dîwarê xaniyê xwe nivîsandiye, “Xaniyê me wêran bûye, ne xeyalên me”

Şahin Binkay dibêje: “Xeyalên me her dem zindî ne û em dê wan bicih bînin. Eger xwedê bike nesîp em dê rojên herî baş bijîn.  Tenê bila sebra me hebe û baweriya me bi Xwedê hebe.”

Li gor amarên dawî li navçeyên erdhejê bi giştî 44 hezar û 374 kesan canê xwe ji dest dane. 

Lê Şaredarê Hatayê dibêje, tenê li wî bajarî zêdeyî 3 hezar avahî bi temamî hilweşiyane û ew avahî bo nêzîkî 20 hezar kesan bûne gor.