Erdogan: Bangawaziya danîna çekan pir pir girîng e

28-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku bangawaziya Ocalan a çekdanînê ji bo wan “pir pir girîng e” lê ya girîngtir bicîhanîna wê ye.

Piştî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî bangawaziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a çekdanînê nirxand.

Erdogan, ku beriya here Erebistanê Siûdî li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bersiva pirsên rojnamevanan dida, diyar kir ku bangawaziya danîna çekan ji bo Tirkiyê “pir pir girîng e” û wiha got:

“Em bi hesret li benda vê bangawaziyê bûn. Helbet ev bangawazî pir baş e lê ya girîng bicîhaanîna wê ye. Ez hêvîdar im wan tiştên ku dibêjin, bicîh bînin û gavên pêwîst bavêjin.”

Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ti carî çekên xwe bernadin ji ber ku ew çek “ji bo aramiyê” ne.

Erdogan li ser daxuyaniya Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ku gotibû divê hikûmet jî li hember bangawaziya Ocalan “pakêta ewlehiyê” li ber çavan re derbas bike, wiha axivî: “Daxuyaniyên hevserok û şanda Îmraliyê mîna hev nînin, ji hev cuda ne. Em vê qebûl nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst