Demîrtaş bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir

 

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş piştî  banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan ji bo Partiya karkerên Kurdistanê (PKK), ji Hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de gava bavêje.

 

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê banga çekdanînê ya ji bo PKKyê de li Antalya ji çapemeniyê re wiha got: "Hêvî dikim ku ew dê ji bo gelên Tirkiyeyê bi xêr be. Ji bo ku ev pêvajoya veguhere aştiyê hêvî dikim ku her kes berpirsiyariya xwe bîne cih."

 

Demîrtaş got pêwîst e hikûmet jî gavên demokratîk bavêje û wiha domand:

“Divê hikûmet jî gavên şênber bavêje û PKK di mijara bêçekbûnê de amadeyiya xwe bike. Pêwîst e dîsa çavnerî li pakêta ewlekariya bê kirin.”