2 otobus qulibîn: 12 jê geştyarên biyanî 47 kes birîndar in

28-01-2023
RÛDAW
Nîşan Nigde Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nigdeyê yê Tirkiyê 2 otobus qulibîn. Di wan her dû bûyeran de kesekî canê xwe ji dest û 47 kes jî birîndar bûn ku 12 ji wan geştiyarên biyanî ne û rewşa 4 birîndaran giran e.

Îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an li nêzîkê gundê Gosterlî yê Nîgdeyê, li ser rêya sereke ya Aksaray-Nigdeyê otobuseke geştyarên biyanî qulibî.

Di bûyerê de 12 geştyarên biyanî ligel şofêr û rêberê geştyaran birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustî ya 4 birîndaran giran e. Biryar bû ew otobus geştyaran bibe Geliyê Ihlara yê li navçeya Derînkuyu ya Nevşehîrê.

Li gor zanyariyan 12 geştiyariyên biyanî ji welatên Meksîka, Kolombiya, Brezîlya, Bolîvya, Uruguay û Arjantînê ne.

Li aliyê din her îro li ser rêya Kayserî-Nige li sînorê gundê Aktaş yê Nîgdeyê jî otubuseke rêwaiyan qulibî. Li gor zanyariyan di wê bûyerê de jî kesekê canê xwe ji dest da û 27 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst