ÎZMÎR - Kurd zêde û xebata Kurdî kêm e
Îzmîr (Rûdaw) - Kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî her diçe berfirehtir dibe û dibe sedem ku malbatên Kurd zêdetir eleqe pê bikin. Tîma Rûdawê, ji bo proseya serlêdan û kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî bişopînin ev çend roj in li bajarê Îzmîrê ye.
Li Îzmîrê di gel ku derdora 1 milyon Kurd dijîn û xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin jî, ji ber ku komele, sazî û partiyên Kurd ji bo dersa bijarte ya Kurdî xebatek nemeşandine xelkê wê derê zêde agahdar nîn in. Mamosteyên Kurdî û kesayetên serbixwe jî ji ber bêeleqeya komele û saziyên Kurdan gilî û gazindên xwe bi riya Rûdawê tînin ziman û banga hilbijartina dersa Kurdî dikin.
Tîma Rûdawê ji bo pêvajoya serlêdan û kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî bişopînin li sêyemîn bajarê herî mezin ê Tirkiyê li bajarê Îzmîrê ye. Ev der taxên Kadifekale û Çimentepe yên bi ser navenda Îzmîrê ne, ku niştecihên wan bi temamî Kurd in. Heta ji ber ku niştecihên Kadifekaleyê piranî xelkê Mêrdînî ne, ji vê taxê re dibêjin "Mêrdîna Piçûk."
Niştecihê Kurd Fersend Aydin got "Em ê zarokên xwe bişînin dersên Kurmancî. Ji bo ku em zimanê xwe jibîr nakin."
Mele Evdilah Yagızay dibêje "Dersa bijarte ya Kurdî gelekî baş e. Mala wan ava be ji bo vê fersendê dane ku bi zimanê Kurdî jî ders bêne dayîn."
Xelkê vir piranî li nav mal û li bazarê bi Kurdî diaxivin û xwedî li ziman û çanda xwe ya Kurdewariyê derdikevin. Lê wek li gelek cih û deveran bi piranî ew jî zêde agahdar nîn in ku li dibistanan ji bo zarokên ku diçin polên 5a heta 8an mafê dersa bijarte ya Kurdî heye.
Nişteciha Kurd Zozan Omerî diyar kir "Haya me jê tunebû. Lê eger tiştek wiha hebe em ê çima zarokên xwe neşênin. Em dixwazin ku zarokên me bielimin zimanê Kurmancî."
Nişteciha Kurd Asya Çelik ragihand" Kesî ji me re negotiye ku wa ye dersa Kurdî heye û serî lê bidin."
Niştecihê Kurd Erkan Aydın "Ji bo ku zarokên me zimanê xwe jibîr nekin me serî li dersa Kurdî da. Ji bo ku zarokên me li metropolan çêbûne em naxwazin zimanê xwe jibîr bikin. Ji loma jî me ew qeydê dersa Kurmancî kirine."
Li Îzmîrê jî em rast lê tên ku hin midûrên dibistanan formên Kurdî nadin malbatan û ji bo ku ew zarokên xwe li dersa bijarte ya Kurdî qeyd nekin hin hincetan derdixin pêşiya wan.
Mamosteya Kurdî Janya Acar dide zanîn "Li Îzmîrê mamoste û rêveberên dibistanan naxwazin ku zarok serî li dersa Kurdî bidin. Dibêjin jixwe derseke wiha nîne, hûn serî lê bidin jî mamosteyên wê derse tune ne. Wekî formalite danîne. Lê divê Kurd vî mafî formalite nebînin û xwedî lê derkevin."
Her wiha mamosteyên Kurdî ku li hin komeleyan kursên zimanê Kurdî didin ji ber bê eleqeya saziyên Kurdan dilgiraniya xwe tînin ziman.
Mamosteyê Kurdî Îhsan Ararat destnîşankir "Piraniya Kurdên Îzmîrê nizanin ku mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Bi qasî ez dibinim rêveberên partî, sazî û sendîkayên Kurdan tiştekê nekirine."
Li aliyê din hejmarek zêde Kurdên Zaza jî li Îzmîrê niştecih in. Serokê Komeleya Çand û Piştevaniya Dêrsimiyên li Îzmîrê Aslan Sultan, bi riya Rûdawê bang li malbatan dike ku ew serî li dersên Kurdî bidin.
Serokê Komeleya Çand û Piştevaniya Dêrsimê Aslan Sultan dibêje "Bila miletê me yê Dêrsimê xwedî li zimanê xwe derkevin. Her wiha bila malbat ji bo zarokên xwe li dibistanên Tirkan dersên Kurdî hilbijêrin. Bila ziwanê xwe jibîr nekin û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."