Li Deryaya Spî erdhej

28-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbû û li bajarên derdorê hest bi erdhejê hat kirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) eşkere kir ku îro 28ê Çileya 2022an demjimêr 06.57 li Deryaya Spî nêzîka navçeya Gazipaşa ser bi parêzgeha Antalyayê erdhejeke bi hêza 4.3 pile ya rîxterê çêbûye.

Erdheja di kûrahiya 3.32 kîlometreyan de pêk hat û li bajarên derdorê hest pê hate kirin. Li navenda Antalya û navçeya Gazipaşayê jî xelk ji tirsan ji malên xwe derketin derve.

AFADê eşkere kir, ku heta niha ti zanyariyek derbarê zerarên erdhejê de negihiştiye ber destê wan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst