2 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

28-01-2018
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Operasyon
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Fermandariya artêşa Tirkiyê derbarê êrişên xwe yên bo ser Eferînê de ragihand ku di pevçûnên duh de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.


Operasyona artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ya dijî Efrînê di roja 9an de berdewam e. Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê derbarê êrîşên xwe yên dijî Efrînê de daxuyaniyek belav kir.


Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku duh şemiyê (27.01.2018) di encama êrişa li Efrînê de 2 leşkerên tirk hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne.


Di heman daxuyaniyê de tê gotin di şer de 2 çekdarên dijbereya Sûriyê ku Tirkiyê piştevaniya wê dike hatine kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûne.


Li gor daxuyaniyê artêşê Tirk bi 22 firokeyên şer Efrîn bombebaran kiriye.

 

Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê berî niha jî diyar kiribû 6 leşkerên artêşa Tirk canê xwe ji dest dane.

 

Ji aliyê din ve navneda ragihandin û çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku di şerê ji duh ve li herêma Şeba ya Efrînê heta sibe qewimî de 13 leşkerên artêşa Tirk û çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst